Îranê li Hewlêrê êrişî sivîlan kir 2024-01-16 10:16:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Îranê bi fuzeyan û balafirên bêmirov (ÎHA) êrişî Konsolosxaneya Amerîkayê ya û baregeha koalisyona li dijî DAIŞ’ê yên li Hewlêrê kirin. Di êrişa ku sivîl jî bûne hedef de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Di saetên nîvê şevê de bi fuzeyan û Balafirên Bêmirov (ÎHA) êrişî paytextê Herêma Kurdistana Federe Hewlêrê hate kirin. Konsolosxaneya Amerîkayê û baregeha Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê ya di pêşengtiya Amerîkayê de ên li Hewlêrê hedef hatin girtin.    Di êrişên bi fuze û wesayîtên balafirên bêmirov hatin kirin de li gelek taxên li Hewlêrê teqîn pêk hatin û malên aydê sivîlan jî bûn hedef. Li navçeya Pîrzînê di encama 5 fuze li mala karsazê kurd Peşrew Dizeyî ketin de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.    ÎRANÊ GIRT SER XWE   Artêşa Mûhafizên Şoreşger ên Îranê girt ser xwe. Di danezana hate ragihandin de wiha hate gotin “Li dijî bûyerên terorê yên di demên dawî de li Îranê çêbûn ketine nava liv û tevgerê û aliyên ev bûyerên terorê pêk anîne û dane kirin hatine cezakirin.”   Di salvegera bîranîna Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Muhafizên Şoreşa Îslamî Qasim Silêmanî ku di encama sûîqesta di sala 2020’an de hatibû kuştin, di 3’yê çileyê de li bajarê Kirman ê Îranê merasîma bîranînê hatibû lidarxistin. Di bîranînê de 2 teqînên mezin çêbûn û 84 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Îrana ku êrişa DAIŞ’ê girt ser xwe Amerîka û Îsraîl berpirsyar girtin, peyam dabû ku dê tola êrişê bê hilanîn.    HIKUMETA HERÊMÊ: HINCET BÊBINGEH IN    Konseya Ewlehiya Kurdistanê jî ev daxuyanî da: “Di 15-16’ê çileya 2024’an saet di 23.30’an de Mûhafizên Şoreşger ên Îranê li Hewlêrê gelek herêmên sivîl bi fuzeyên balistik hedef girtin. Li gorî agahiyên ewil 4 sivîl şehîd ketin, 6 sivîl jî birîndar bûn. Rewşa hin birîndaran giran e. Mûhafizên Şoreşger, îdia kirin ku mewziyên komên mûxalîfan ên Îranê hedef girtine. Ev hincet bê bingehin û em qebûl nakin. Mixabin her tim bi hincetên bêbingeh li dijî Hewlêrê êriş hatin kirin. Hewlêr a herêmeke biîstîkrar e tu caran nebûye çavkaniya gefan. Ev bi awayekî aşkere binpêkirina serweriya Herêma Kurdistan û Iraqê ye. Divê hikumeta federal a Iraqê û saziyên navnetewî li dijî vî sûcî bêdeng nemînin.”   AMERÎKA: LI DIJÎ ÊRIŞÊN BÊPERWA DERDIKEVIN    Di daxuyaniya ji malpera înternetê ya fermî ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê hate weşandin de têkildarî êrişa Hewlêrê wiha got: “Amerîka, êrişên Îranê yên îro li dijî Hewlêrê li dar xistin bi awayekî xurt şermezar dike û ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwaze.”   Di daxuyaniyê de her wiha, ev tişt hate gotin: “Em li dijî êrişên fuzeyê yên bêperwa yên Îranê ku îstîkrara Iraqê xera dike derdikevin. Em piştgiriya hewldanên hikumetên Iraq û Herêma Kurdistanê yên di mijara bicihanîna daxwazên gelê Iraqê de dikin.”