ATK’ê leza wesayîta zirxî ya ku li Mîracê 6 salî da nekarî tespît bike! 2024-01-17 16:51:25 ŞIRNEX - Di çarçoveya rapora ATK’ê ya di rapora xwe ya ewil de leza wesayîta zirxî tespît nekir û di rapora duyemîn de jî ku li ser îtîrazê hate amadekirin îdia kir ku bi awayekî teknîkî ne pêkane leza wesayîtê were tespîtkirin, derbarê polîs Metîn Kîraz de yê bû sedemê mirina Mîraç Mîroglû (7) biryara beraetê hate dayîn. Li gorî parêzerên malbatê heke dîmenên bûyerê ji aliyê kesên pispor ve were lêkolînkirin dê tespîta lezê bi hêsanî bê kirin.    Di 3'yê Îlona 2021'ê de li Taxa Tûrgût Ozalê ya navçeya Hezex a Şirnexê, wesayîta zirxî ya polîsan pêl Mîraç Mîroglû yê 7 salî kir û ew kuşt.  Danişîna dozê ku polîs Metîn Kîraz têkildarî kuştina Mîraç Mîroglû jê tê darizandin li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Hezexê hat lidarxistin û derbarê polîsê bersûc ê ji sûcê “kuştina biqisûr” dihate darizandin de biryara beraetê hate dayîn.    Dadgehê tevî qeydên dîmenê hatin dîtin jî îdia kir ku leza wesayîta zirxî bi awayekî teknîkî nikare were tespîtkirin û biryara beraetê girêdayî rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Mîraç ê jiyana xwe ji dest da “biqisûr” û polîsê bersûc “bêqisûr” dît kir.    Di rapora ji aliyê ATK'ê ve hat amadekirin de, ku hat xwestin li gel lêkolîna piştî mirinê hat destpêkirin raporekê li ser bûyerê amade bike, der barê leza wesayîta zirxî de tu agahî cih negirt.   Parêzerên Navenda Mafên Jinan û Zarokan a Baroya Şirnexê û parêzeriya Malbata Mîroglû girt ser xwe, di pêvajoya darizandinê de îtîrazî vê rewşê kir. Parêzeran diyar kirin ku leza wesayîtê li gorî şêweya rûdana bûyerê zêde ye, ji ber vê yekê ajokarê wesayîtê biqisûr e û xwestin ku ji bo dosya jinûve bê lêkolînkirin rapora kesên pispor bê şandin.    Li ser vê daxwazê dadgehê ji ATK’ê xwest ku jinûve raporê amade bike.    RAPORA ATK’Ê YA SOSRET   Di rapora ATK’ê ya duyemîn de ku biryara beraetê girêdayî wê kirin wiha hate gotin: “Dema dosyaya dozê hate lêkolînkirin; ji dîmenên kamerayê ku aydê bûyera mijara dozê ye, tespîta leza wesayîta zirxî ya bi pîleqeya 73 A 0107 bi awayekî teknîkî nikare bê kirin. Di lêkolîna dîmenî de hat diyarkirin ku leza wesayîta zirxî ya bi pîlaqeya 73 A 0107 li gorî şert û mercên cih di dema bûyerê de ne lez e. Û bi yekdengî biryar hat dayîn ku qisûrên di rapora panela berfireh a pisporan a bi dîroka 28.07.2022 û hejmara 53306942-101.02-2022/66844/7493 a ji aliyê daîreya me ve hat amadekirin de rast e.”   MÎRAÇ BÛ YÊ ‘BIQISÛR’    Şandeya dadgehê di çarçoveya vê rapora ATK’ê de bi nirxandina “tê fêmkirin ku bersûc bêqisûr e, mexdûr faktora sereke ya encamê ye” derbarê polîsê bersûc Metîn Kîraz de biryara beraetê da.    ‘TESPÎTA LEZÊ BI AWAYEKÎ HÊSAN DIKARE BÊKIRIN’    Li gorî parêzerên li dijî ATK’a ku di rapora ewil de nekarî tespîta lezê bike û di rapora duyemîn de jî îdia kir ku ev yek bi awayekî teknîkî ne pêkane derketin, qeydên dîmenên heyî yên di dosyayê de kêliya bûyerê bi awayekî zelal nîşan didin.    Parêzerên ku diyarkirin ku heke ev dîmen ji hêla pisporekî teknîk ê ku di qada xwe de pispor e werin lêkolînkirin, bi rehetî dikare tespîta lezê were kirin û dê ji biryara beraetê ya dadgehê re îtîraz bikin.