Kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2024-01-18 08:50:55 AMED - 22 kesên li Amedê di 16’ê çileyê de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan li miduriyeta polîsan hatin wergirtin, hatin berdan.    Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ragihandibû ku di çarçoveya operasyona di 16’ê çileyê de li 28 bajaran hatibû kirin de 165 kes hatibûn binçavkirin. 22 kesên li Amedê di vê çarçoveyê de hatibûn binçavkirin, piştî ku li Miduriyeta Polîsan a Bajêr a lê dihatin ragirtin, îfadeyên wan hatin wergirtin hatin berdan.    Wergirtina îfadeya kesên ku bi îxbara “Dê çalakiyan bikin û zarokan perwerde bikin û di çalakiyan de bikarbînin” hatibûn binçavkirin, duh bi şev dest pê kir.    22 kesên ku dema îfadeya wan de kovar û rojnameyên di lêgerînên malên wan de hatine desteserkirin jî jê hate pirsîn, piştî wergirtina îfadeyan hatin berdan.