Efrîn a navenda aramiyê bû veguherî navenda revandin û kuştinê 2024-01-18 09:04:31 RIHA - Hevberdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, bi lêv kir ku Efrîn beriya dagirkirinê navenda aramiyê bû lê piştî dagirkirina dewleta tirk veguheriyê navenda revandin û kuştinê.     Li Suriyeyê di sala 2011’an de şerê navxweyî derket û di demeke kin de belavî hemû bajarên Suriyeyê bû. Piştî şerê navxweyî hezên hegemon jî ji bo berjewendiyên xwe li herême şer berfireh kirin. Bi berfirehbûna şer re hezên paramîlîter û DAÎŞ'ê li herêmê êrişî gelek cihan kirin û di encama êrişan de gelek welatiyên sivîl hatin qetilkirin. Kurd ku li herême bê nasnamê dijîn jî bi derketina şerê navxweyî re ji bo azadiya welatê xwe dest bi parastinê kirin. Piştî têk birina DAÎŞ'ê kurdan bi welatiyên herême re cihên ku lê dijîn xweseriya xwe ava kirin û bajarên xwe, xwe bi xwe birêvebirin. Yek ji van bajaran jî Efrîn bû. Di sala 2014’an de li Efrînê Rêveberiya Xweser hat ava kirin û kurdan bi hemû pêk hateyên Efrînê re heta 20’ê çileya 2018’an xwe bi xwe bi rê ve dibir.    Dewleta tirk ku bi avabûna Rêveberiya Xweser re gefên xwe yên li dijî herêmê ne sekinandin di 20’ê çileya 2018’an de bi komên paramîlîter re êrişî Efrînê kirin. Di encama şerê 2 mehan bê navber berdewam kir de di 18’ê adara 2018’an de Efrîn ket bin kontrola dewleta tirk û hezên paramîlîter ên girêdayî wê. Efrîn ku beriya dagirkirina dewleta tirk bi projeya Neteweya Demokratîk hemû gel di nav wekhevî û azadiyê de bi hev re dijîn. Her wiha Efrîn ji ber dewlemendiya xwezaya xwe jî bibû yek ji navenda aramiyê. Lê bi dagirkirina Efrînê re gelek hezên paramîlîter ên giredayî dewleta tirk li Efrînê hatin bicihkirin û Efrîn di aramiyê de veguherî navenda destdirêjî, kuştin û revandinê. Ji ber kuştin, revandin û destdirêjiyê, kurd neçar man ji Efrînê koçber bibin. Şûna kurdên ku li Efrînê koçber bûn ereb û tirkmen li Efrînê hatin bi cih kirin û demografiya herême hat guherandin.    'WELATÎ DI NAV ARAMIYÊ DE DIJÎN'    Hevberdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, di 6 salên dagirkeriyê de guherandin û binpêkirinên mafan ku li Efrînê diqewimin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Îbrahîm Şêxo bi lêv kir ku piştî ava bûna Rêveberiya Xweser li Efrînê gelek sazî û dezgeh hatibûnê vekirin û wiha got: “Cara yekem kurdan xwe bi xwe birêvedibirin. Di navbera jin û zilam de wekhevî hebû ji aliyê perwerdehiyê ve cara yekem kurdî ders dihatin dayin û cara yekem zanîngehek li Efrînê hat vêkirin. Li Efrînê pêşketineke baş çêbibû. Ji ber aramiya li Efrînê hemû bazirganên Îdlîb û Ezazê berê xwe didan Efrînê. Wê deme hejmara welatiyên Efrînê zêdetirî milyonekê bû. Welatiyan bi aramî û wekhevî bi hev re dijîn.”   Îbrahîm Şêxo, Hevberdevk   'SEDEM JI HOLÊ RAKIRINA NASNAMEYA KURDÎ BÛ'   Bi domdarî Şêxo anî ziman ku Tirkiyeyê bi hezên paramîlîter ve ji bo xerakirina pergala wekheviya gelan ku li Efrînê hatibû ava kirin êrişî Efrînê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema êriş û dagirkeriya dewleta tirk ew bû ku nasnameya Efrînê ya kurdî ji holê rake. Efrîn ku ji sedî 95’ê wê kurd bûn piştî dagirkirina dewleta kurdan hejmara kurdan daket ji sedî 25’an û hejmara ereb û tirkmenan jî li Efrînê bû ji sedî 70. Ji bo nasname û demografiya Efrînê biguherînin kurd neçarî koçberiyê kirin û ereb û tirkmên li Efrînê bi cih kirin.    ZIMANÊ KURDÎ HATE QEDEXEKIRIN   Her wiha piştî dagirkeriyê zimanê kurdî hat qedexekirin. Di dema Rêveberiya Xweser de dû zimanên fermî hebûn kurdî û erebî lê niha tirkî û erebî fermiye lê kurdî ji holê hatiyê rakirin. Zanîngeheke tirkî ku giredayî Hatayê ye li Efrînê hatiye vêkirin. Di sala 2020’an de jî navenda çandê hat vêkirin û di hûndirê Efrînê de behsa çanda tirkan dike. Navê Ataturk û Erdogan li qadan kirine û naven kurdî hatinê rakirin. Peykerê Kawayê Hesinkar hat rakirin û naven tax û kolanan ên kurdî hatin guherandin û ev jî kirin tirkî. Bi taybetî jî dengê jinê hat qût kirin. Jin tenê di malê de xizmeta zarok û hevjinê xwe dike. Dema derket kolanê jî dengê wê nayê bihîstin û cilên reş li xwe dikin. Me jî agahî bihîst ku li pêşiya dibistanan 2 kes disekinin û heke jin cil û bergên kurdî li xwe bikin gotinên nexweş ji wan re dibêjin û kincên reş li wan ferz dikin.”   LI EFRÎNÊ KUŞTIN Û REVANDIN   Şêxo destnîşan kir ku piştî dagirkirina Efrînê gelek binpêkirinên mafan li bajêr pêk hatinê û binpêkirinên mafan ên 6 salên dagirkirina Efrînê wiha vegot: “Ji destpêka dagirkeriya dewleta tirk heta niha li Efrînê 9 hezar kes ji aliyê çeteyan ve hatinê girtin û revandin. Derdora hezar û 100 hatine girtin û rewşa nezî 2 hezar jinan jî ne diyar e. Derdora 100 zarok jî hatine girtin û revandin. Her wiha 700 kes hatine kuştin di nav van de 150 kes di îşkence û zindanên wan de hatine kuştin û di nav van de jin jî hene. Yên din jî di şer û pêvçûna di hûndirê Efrînê de hatine kuştin. Zêdetirî 700 jî hatinê birîndar kirin. Hinek jî ji van êrişên Tirkiyeyê li ser Şehba de jiyana xwe ji dest danê.”   'XWEZAYA EFRÎNÊ HAT TALAN KIRIN'   Di berdewama axaftina xwe de Şêxo diyar kir ku di 6 salên dagirkirina Efrînê de xwezaya Efrînê jî rastî gelek texrîbatan hatiye û ev tişt gotin: “Dagirkeriya dewleta tirk ne tenê bandor li ser mirovan kir di heman demê de xwezaya Efrînê jî di van 6 salan de rastî gelek texrîbatan hat. Weke tê zanîn Efrîn bi dar û bar û zeytûnên xwe dewlemend e. Tenê 18 milyon darên zeytûnê li Efrînê hebûn. Her wiha derdora milyonekê jî darên hinaran û yên fêkiyan hebûn. Efrîn bi xwezaya xwe dihat naskirin. Lê piştî dagirkeriyê piraniya daran hatin birîn. Bi taybetî zêdetirî 500 hezar darêm zeytûnê hatin birîn. 2 hezar dar jî ji kokê hatin rakirin. Derdora 15 hezar dar jî di şer û pêvçûnan de hatin şewitandin. Derdora 33 hezar hektarên çandiniyê û nezî 12 hezar jî ji wan hat şewitandin. Ji aliyê daristanan ve jî qadeke ji 10 hektaran pêk tê dar hatin birîn. Bi taybetî jî di sala 2022 û 2023’an de zêde dar hatin birîn. Her wiha derdora gundê Hecî Hesna bi kargehên berfireh ezing tên birîn û bi erebeyên mezin derbasî Tirkiyeyê tên kirin. Navçeya Şîe tenê di sala 2023'an de 600 dar hatin jêkirin û li gor hin agahiyan derbasî Tirkiyeyê kirinê. Dixwazin Efrînê tev li Tirkiyeyê bikin.”   ZEXTÊN LI SER WELATIYAN   Şêxo, bi lêv kir ku ji ber zextên hezên paramîlîter ên giredayî dewleta tirk welatiyên li Efrînê di nav şert û mercên dijwar de dijîn û wiha pê dê çû: “Efrîn beriya dagirkeriya Tirkiyeyê bajarê herî aram bû. Teqîn û pêvçûn li Efrînê qet tune bûn. Lê piştî dagirkeriyê, şer, pêvçûn û teqîn li Efrînê ranewestiyan. Berî çend rojan jî 3 kes di encama teqînekê de birîndar bûn. Welatiyên kurd li Efrînê di rewşeke herî xirab de ne. Ji xwe pir kêm kurd li Efrînê mane. Niha jî li ser welatiyan ferz kirine ku yên darên wan ên zeytûnan hene divê ji bo her darekê 3 dolaran bidin çeteyan û yên erebeyên wan hene jî hezar dolar bidin. Ji her malbatekê ji bo çekirina rêyan û hwd. 300 dolaran digirin. Yên ku nekarin pereyan bidin jî rastî îşkenceyan tên û heta tên kuştin. Tu xizmet ji bo welatiyên Efrînê tune ye. Bi taybetî li taxa Eşrefiyeyê golên avê çêbûne. Ceyran pir bihaye. Di serdema havînê de jî li pir cihan av tune bû welatî bê av ma bûn.”   'DIVÊ DÎPLOMASIYEKE XURT BÊ MEŞANDİN'   Şêxo destnîşan kir ku ji bo çareseriya rewşa Efrînê divê dîplomasiyeke xurt di qada navneteweyî de bê meşandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê hem aliyê siyasî, dîplomasî û hem jî aliyê hiqûqî ve xebat bên kirin. Divê hezên demokrat jî hem li hûndirê Tirkiyeyê û hem jî di qada navneteweyî de dengê xwe bilind bikin. Em hevî dikin ku hemû çalakvan û siyasetmedarên me bi awayekî xurt di qada navneteweyî de dîplomasiyeke bimeşînin û zextê li dewleta tirk bikin ku hezên xwe ji hûndirê Efrînê bikişîne. Ji bo rewşe Suriyê giştî çareseriyek pêk were. Her wiha ji aliyê siyaseta kurdî ve jî yek rêziyek divê hebe."   Sibê (19’ê çileyê): " Efrînî li Şehbayê li benda roja vegerînê ne "   MA / Mahmût Altintaş