Ekolojîst Morales: Fikrên Abdullah Ocalan der barê çareserkirina şeran de ne 2024-01-18 09:09:59   AMED - Civaknas û anarşîsta spanyayî Înnes Morales diyar kir ku fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan der barê çareserkirina şer û pevçûnan de ne û got: "Tecrîda li ser Ocalan dibe sedem ku hem jin hem jî gel azad bibin."   Tevgera Jinên Azad (TJA) di navbera 13-14’ê Çileyê de li Amedê bi dirûşmeya “Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên Li Dor Girtiyên Siyasî yên Jin" konferanseke navneteweyî li dar xist.   Di konferansê de ku jinên ji Başûrê Kurdistanê, Îran, Tirkiye, Qanada, Filistîn, Qatalonya, Îrlanda Bakur, Bask, Amerîkaya Latîn û Fîlîpînan beşdarî wê bûn, pergalên girtîgehan ên zayendparêst, nijadperest û mêtinger ên bi destê pergalên netew-dewletan ên kapîtalîst hatine çêkirin, hatin nirxandin. Jinan behsa tecrûbeyên xwe yên li girtîgehan kirin. Di roja duyan a konferansê de kargeh hatin lidarxistin.    Di konferansê de paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yek ji mijarên girîng bû û jinan tecrubeyên xwe yên di warê têkoşîna azadiyê ya gelan de bilêv kirin.   Ekolojîstê civakî û anarşîsta spanyî Înnes Morales ku beşdarî konferansê bû, tecrîda li ser Abdullah Ocalan a li dijî paradîgmaya wî ya li ser esasê azadiya jinê, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.   'DESTWERDANEKE KOLONYAL E'   Morelesê destwerdanên Tirkiye û hêzên derve yên li ser erdnîgariya Kurdistanê wekî 'destwerdaneke kolonyal' nirxand û got: "Destwerdaneke baviksalarî ya kapîtalîst heye. Ji bo gelê kurd û gelên din nemînin destwerdan tên kirin. Bi wêraniya şer re gel neçarî koçberiyê dibin. Ger ez mînakekê bidim; di balafira xwe ya ji Stenbolê ber bi Amedê ve, min populasyoneke zêde ya mêran dît. Ev jî, vê yekê li min peyda kir, yên koç dikin bi giştî mêr in. Lê jin li vir vê jiyanê didomînin. Li ser axa xwe dimînin û hemû berpirsyarî dikeve ser milê jinan. Di vî warî de jin zêdetir bar hildigirin ser milê xwe."    Morelesê destnîşan kir ku navenda têkoşîna jinê parastin û avakirina jiyanê ye û got: "Ji ber vê yekê, şêwaza hebûna jinê û têkoşîna li dijî van şert û mercên şer, li dijî rageşî û tecrîdê ye."   FIKRÊN OCALAN   Moralesê bal kişand ser bandorên paradîgmaya azadiya jinê ya Rêberê PKK'ê Ocalan û got: "Fikrên Ocalan li ser dawîkirin şer û pevçûnan e û ji bo çareseriyê ne."    Moralesê diyar kir ku yên dixwazin şer kûr bibe û belav bibe, naxwazin fikirên Ocalan bigihên girseyan û ji ber vê tecrîdê disepînin û wiha got: “Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Ocalan ji ber tecrîdê nikare bigihêje gel. Di heman demê de îzolekirin û sînordarkirina azadiya fizîkî ji azadiya takekesî zêdetir, tecrîdek e li ser civakê tê ferzkirin. Ji ber vê tecrîdê mirov nikare fikrên xwe bîne ziman û mirov nikare azad bibe. Bi şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fizîkî wê gaveke girîng bê avêtin."   MA/ Eylem Akdag