AYM’ê ji bo biryara astengkirina malpera MA’yê got ‘binpêkirina maf e’ 2024-01-18 09:37:01   AMED - Ji ber nûçeya têkildarî rapora îşkenceya leşkeran li navçeya Sûrê li welatiyan kiribû, ji bo Ajansa Mezopotamyayê biryara astengkirinê hatibû dayîn. AYM’ê têkildarî astengkirinê biryara xwe da û got: “Mafê azadiya fikr û xwedîfadekirinê hatiye binpêkirin.”    Bi hinceta nivîseke li rawestegeha otobusan a li gundê Zorava ya navçeya Sûr a Amedê, leşkeran di 14’ê nîsana 2021’ê de bi ser gelek malan de girtin. Leşkeran, ciwanên gund li meydana gund kom kirin û îşkence lê kirin. Ajansa Mezopotamyayê (MA) nûçeya îşkenceya li welatiyan hatiye kirin çêkir û li ser vê yekê şandeyeke ji Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) çû gund û lêkolîn kir. Şandeya ji rêxistinên mafan pêk dihat piştî lêkolînê têkildarî sûcên “îşkence, muameleya xerab”, “heqaret”, “gefa li ser azadiya şexs” û “cihêkarî û heqaret li bîranîna kes” raporek amade kir.    PIŞTÎ WEŞANDINA RAPORÊ BIRYARA ASTENGKIRINÊ HAT DAYÎN    Rapor, li ser navnîşana MA’yê ya “http://www.mezopotamyaajansi31.com” hate weşandin û piştre jî Serokatiya Lijneya Tekonolojiya Zanyariyan û Ragihandinê weke tevdîra îdarî biryara astengkirina malperê da. Biryar, ji hêla 3’yemîn Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Amedê ve hate qebûlkirin. Baroya Amedê bi sedema “binpêkirina mafê azadiya fikr û xweîfadekirinê” serî li 3’yemîn Dadgeriya Ceza ya Sulhê da û xwest ku biryar were betalkirin. Lê ev îtîraz jî hate redkirin.    SERÎ LI DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN DAN    Piştî biryara redkirinê, Baroya Amedê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Parêzer Mehdî Ozdemîr li ser navê baroyê serî li AYM’ê da. Di serlêdanê de hat gotin ku armanca biryara astengkirinê şênber nîne, tu îdiayên wan ên hatine pêşkeşkirin nehatine nirxandin û “mafê azadiya fikr û xweîfadekirinê” hatiye binpêkirin.    BIRYARA BINPÊKIRIN Û TAZMÎNATÊ   AYM’ê serlêdan lêkolîn kir û diyar kir ku bi biryara astengkirinê re mafê azadiya fikr û azadiyê hatiye binpêkirin. AYM’ê biryar da ku ji bo rakirina astengkirina xwegihandina malperê dosya ji 3’yemîn Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Amedê re bê şandin û tazmînata manewî ji serlêder re bê dayîn.