Cezayê di Doza Şahîn Oner de li polîsê bersûc hatibû birîn hate xerakirin 2024-01-18 11:04:19 AMED - 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê hefsê yê li polîs Selahattîk Korkmaz ê li Amedê di sala 2013’an de bi wesayîta zirxî li Şahîn Oner dabû û kuşti bû hatibû birîn, hate xerakirin.    Li Taxa Şehîtlik a navçeya Bajarênû ya Amedê di 10’ê Sibata 2013’an de, di dema protestoyekê de wesayîta polîsan pêl Şahîn Oner (19) kiribû û Oner jiyana xwe ji dest dabû. Biryara dadgehê ya dereceya ewil ku derbarê polîs Selahattîn Korkmaz de hatibû dayîn, ji aliyê 3’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliye ya Herêma Amedê ve hate xera kirin.    Piştî bûyerê nêzî 8 salan di 23’yê mijdara 2021’an de di danişîna li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin de ji polîsê bersûc yê ji sûcê “kuştina biqestî” dihate darizandin, ji sûcê “biqusûr bûye sedema mirinê” 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê hefsê lê hate birîn.    SEDEMA XERAKIRINÊ LÊKOLÎNA KÊM E!   3’yemîn Daîreya Ceza ya li ser îtîraza hatiye kirin dosya lêkolîn kir, cezayê li polîsê bersûc hatiye birîn xera kir. Weke hincet jî bi lêkolîn û lêpirsîna kêm hikum hatiye birîn, hate nîşandan.    Di biryara dadgeha îstînafê de hat gotin ku rapora pispor a piştî keşfa di dosyayê de hatiye bidestxistin de têkildarî rewşa qisûrê ya kesên têkildar qisûr nîne û di navbera raporên pisporên heyî de ku tê de nirxandina rewşa xitimandî ya aliyên têkildar heye, di warê qisûra aliyan de nakokiyên zelal hene. Daîreya Ceza da zanîn ku ji bilî çareserkirina nakokiyan, têkildarî dema ceza hate birîn kîjan rapor li ber çavan hatiye girtin daxuyaniyek nîne.    Di biryarê de wiha hate gotin: “Dema ku rewşa hiqûqî ya bersûc diviyabû li gorî encama radestkirina dosyayê ji komîteyeke pispor re bihata nirxandin ku ji hîndekarên zanîngehan bi kursiya trafîkê re bê avakirin û raporeke nû ya ku nakokiyên navbera raporên pispor ên di dosyayê de hene ji holê rake û rewşên xelet ên sûcdar û miriyan bi rengekî ku cih ji gumanan re nehêle, bihata eşkerekirin. Ji bo lêpirsîn û lêkolîneke bêkêmasî hewce dikir dosya were xerakirin (...) bi yekdengî biryar hat dayîn ku ji bo ji nû ve lêpirsîn were kirin û hikum bê birîn dosya ji dadgeha dereceya ewil re bê şandin.    MA / Eylem Akdag