Li dijî zextên li Girtîgeha Şirnexê dest bi greva birçîbûnê kir 2024-01-18 12:15:28 ŞIRNEX - Girtiyê bi navê Ugur Temel ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tê ragirtin, diyar kir ku li dijî zext û zordariyên li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kiriye û got ku heke ev zext bidomin dê çalakiya xwe veguherîne rojiya mirinê.    Zext, zordarî, îşkence û binpêkirinên mafan ên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî girtiyên siyasî tên kirin bênavber didomin. Yek ji girtîgehên ku bi binpêkirinan di rojevê de ye jî Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ye. Girtiyê bi navê Ugur Temel di roja sêşemê de li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û qala binpêkirinên li girtîgehê kir û got ku li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kiriye.    Ugur Temel, bi lêv kir ku ew li girtîgehê ji hemû mafên xwe bêpar hatine hiştin û ev tişt anî ziman: “Hemû xurek û amûrên me hatine desteserkirin. Betaniyeyên me jî hatine desteserkirin. Bi şev em ji ber sermayê nikarin razên. Hevalekî nexweş bi min re ye lê betaniyaya wî jî jê standine. Ew nikare di bin van şert û mercan de bijî. Li dijî van êrişan, min dest bi greva birçîbûnê kir. Heke ku ev êriş wiha bidomin ez ê greva xwe veguherînim rojiya mirinê. Êdî ez bi ser telefonê jî hevdîtinê nakim. Ez van pêkanîna şermezar dikim û qebûl nakim.”   ‘BILA XWE BÊDENG NEKIN’    Temel herî dawî jî bang li sazî û dezgehên mafên mirovan kir û wiha got: “Em li vir di bin şertên giran de dijîn. Lêbelê heta niha tu komeleyên mafên mirovan nehatine serdana me. Bila xwe bêdeng nekin.”