Leşkeran ji bo rûxandina mezarê Yalçin li gund lêgerîn kirin! 2024-01-18 14:14:28   AGIRÎ - Hat zanîn ku leşkerên dewleta tirk ji bo rûxandina mezarê Yakup Yalçin ê YPS’î, li mezraya Kanîspiyê ya navçeya Dutaxê lêgerîn kirin.    Êrişên li dijî mezarên endamên HPG’ê û Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) ên di dîrokên cuda de di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dayîn didomin. Heman hewldan îcar li navçeya Dutax a Agiriyê çêbû.   Hat zanîn ku leşkerên dewleta tirk li mezraya Kanîspiyê ya navçeya Dutax a Agiriyê ji bo rûxandinê, li mezarê endamê YPS’ê Yakup Yalçin (Ferhat) ku di sala 2016’an di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîr a Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, lêgerîn kirin. Hat zanîn ku leşkeran mezarê Yalçin nedîtin û piştre ji mezrayê vekişiyan.     'DIXWAZIN MEZARÎ TEXRÎB BIKIN’   Birayê Yalçin, Nîhat Yalçin têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Li goristanê yek bi yek li mezaran geriyan. Ji gundiyan pirsa ‘mezarê Yakup Yalçin kîjan e?’ kirine. Lê belê gundiyan bersiv nedane. Li ser vê yekê ji gundiyan re gotine ku dê dîsa bên. Gundiyan xwestin xwe bigihînin me û yek bi yek her tişt ji me re vegotin. Em sedema vê dizanin. Dixwazin mezaran texrîb bikin.”    Bi domdarî Yalçin da zanîn ku piştî bûyerê çûye qereqolê û wiha qala hevdîtinê kir: “Bi fermandarê qereqolê re axivîm. Min jê pirsa ‘hûn çima dikevin nava van hewldanan, hûn ji goristanê çi dixwazin?’ kir. Ji min re got; ‘Ev sê meh in hatime herêmê, ji bo tespîtkirina kesên têkiliya wan bi terorê re heye hatim gund.’ Îcar ji bo tespîtkirinê pirsîna cihê mezar çi ye? Armanca wan ew e ku mezarî texrîb bikin.”