Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn di 3 mehan de hezar û 46 binpêkirin 2024-01-18 14:55:28 ENQERE - ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Anatoliyaya Navîn eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku di nava 3 mehan de herî kêm hezar û 46 binpêkirin hatin kirin û herî kêm 6 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên di navbera mehên cotme-mijdarê yên sala 2023’yan de li girtîgehên Anatoliyaya Navîn hatine kirin, eşkere kir. Rapor, li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê hate parvekirin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci û Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Umît Can Akbulut tev li daxuyaniyê bûn.    Rapor, ji hêla Nûray Çevîrmen ve hate parvekirin.    Çevîrmen, da zanîn ku di nava 3 mehan de li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn herî kêm hezar û 46 binpêkirin hatine tespîtkirin.    Di beşa encamê ya raporê de bang li hikûmetê hate kirin ku li gorî peymanên neteweyî û navneteweyî tevbigere û biryarên AYM û DMME’yê bicih bîne. Di raporê de 17 xal hatin pêşniyarkirin.    ‘189 SERLÊDAN HATIN KIRIN’   Li gorî raporê, di nava mehên navborî de ji 31 girtîgehê li Herêma Anatoliya Navîn 166 kesan û ji 13 girtîgehên derveyî herêmê jî 24 bi giştî 189 kesan serî li komeleyê dane. Hat destnîşankirin ku di serlêdanan de hatiye tespîtkirin ku di nava 3 mehan de herî kêm hezar û 46 binpêkirin li girtîgehên Anatoliyaya Navîn hatine kirin. Li gorî tespîtan, di nava van 3 mehan de ji girtîgehên cuda herî kêm 6 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û 2 girtiyan jî bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dan.    Hat diyarkirin ku li dijî van binpêkirinan, ji girtîgehên cuda herî kêm 4 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê yên domdar-dorveger kirine û ji van çalakiyan hinek jê hêj berdewam in.    GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ YÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ   Di berdewamê de qala greva birçîbûnê ya demkî û dorveger ku di 27’ê mijdarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” li girtîgehan hatiye destpêkirin hate kirin. Di raporê de hat gotin ku ji bo şopandina çalakiya greva birçîbûnê ya li Herêma Anatoliyaya Navîn li gel rêxistinên tenduristî, hiqûq, mafên mirovan û pîşeyî Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê hatiye avakirin.    ‘LI GIRTÎGEHÊN KU HEZAR Û 517 GIRTIYÊN NEXWEŞ LÊ DIMÎNIN 286 BINPÊKIRINÊN MAFÊ TENDURISTIYÊ’    Li gorî daneyên komeleyê di 20’ê nîsana 2022’yan de eşkere kiriye; li girtîgehan herî kêm 651 yek jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Di heman demê de bi hincetên cuda tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin û tedawiya bi destkelemçekirî lê tê ferzkirin. Li gorî raporê; di nava 3 mehên dawî de li Girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn herî kêm 286 binpêkirinên mafê tenduristiyê hatin tespîtkirin.    ‘TALOQKIRINA TEHLIYEYAN Û CEZAYÊN DISIPLÎNÊ’   Di raporê de hat destnîşankirin ku silavkirina hev a girtiyan jî ji bo cezayên disiplînê weke hincet tên nîşandan û bi heman sepanên keyfî tehliyeya girtiyan tê taloqkirin. Li gorî raporê; di encama lêpirsînên disiplînê de cezayên weke qedexeya agahîgirtinê û cezayê hucreyê li girtiyan hatin birîn û ev lêpirsîn jî weke hincet hatin nîşandan û tehliyeya wan tê taloqkirin. Hat destnîşankirin ku bi hinceta lêpirsînên disiplînê û cezayan girtî ji mafê xwe yê berdana bi şertê kontrola edlî bêpar tên hiştin. Her wiha girtî ji ber biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê mafên berdana bişert û serbestiya bikontrol asteng kir. Di vê çarçoveyê de li Herêma Anatoliyaya Navîn derheqê 14 girtiyan de lêpirsîn hate destpêkirin, li girtiyekî cezayê disiplînê, li girtiyekî cezayê qedexeya tevlibûna çalakiyan a ji bo mehekê, ji bo 4 girtiyan cezayê hucreyê hate dayîn, mafê berdana bikontrol a 31 girtiyan bi biryara ÎGK’ê hate astengkirin û tehliyeya girtiyekî jî hate taloqkirin. Bi giştî 52 binpêkirinên mafan pêk hatin.    QEDEXE, SEWQ Û SIRGUN   Bi domdarî di raporê de hat diyarkirin ku daxwazên girtiyan ên şandina girtîgehên malbatên wan lê dijîn hate redkirin û di vê çarçoveyê de girtîgehan herî kêm rê li ber 621 binpêkirinan vekir. Di raporê de hat destnîşankirin ku binpêkirin herî zêde di mijara sewqên bi darê zorê û sirgunan de hatine kirin û hat gotin ku herî kêm 27 girtî ne bi daxwaza xwe hatin sirgunkirin. Her wiha mafê perwerdeyê yê 5 girtiyan hate astengkirin û 10 girtiyan jî ji bo piştgiriya hiqûqî û serdana parêzeran serlêdan kirin.    ENCAM Û PÊŞNIYAR   Di beşa encamê ya raporê de li dijî van binpêkirinan bang li AYM û DMME’yê hate kirin ku mafên girtiyan bên parastin. Di pêşniyaran de 17 xal hatin rêzkirin û bang hate kirin ku li dijî van binpêkirinan tavilê bikevin nava liv û tevgerê.