Di bin navê ‘mulaqatê’ de îfade li jinên di bin çavan de ferz kirin 2024-01-18 14:59:40   STENBOL - Hate zanîn ku jinên li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê di bin çavan de her tim rastî tacîza polîsan hatine û di bin navê ‘mulaqatê’ de wergirtina îfadeyê li wan hatiye ferzkirin.    Li Stenbolê di 16’ê çileyê de bi serdegirtina malan Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Basalan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) di nav de 21 kes hatin binçavkirin.    Hate zanîn ku jinên dema hatin binçavkirin tundî li wan hatiye kirin, li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê jî mûameleya xerab û îşkence li wan hatiye kirin.    Yek ji kesa di bin çavan de Gonul Karaman a bi parêzerê xwe re hevdîtin kir, vegot ku dema li mala xwe hate binçavkirin, hem ew hem jî bavê wê hatine derbkirin.    Li aliyê din hate zanîn ku jinên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên sûcdarkirin, di bin çavan de her tim rastî tacîza polîsan hatine û di bin navê ‘mulaqatê’ de wergirtina îfadeyê li wan hatiye ferzkirin.