Rêveberên li Îzmîrê hatibûn girtin hatin tehliyekirin 2024-01-18 16:40:54 ÎZMÎR - Rêveberê EGE-TUHAYDER’ê Ramazan Yavuz û Hevserokê Avestayê Alî Yalçinkaya di danişîna ewil de hatin tehliyekirin.    Rêveberê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE - TUHAYDER) Ramazan Yavuz û Hevserokê Komeleya Lêkolînkirina Ziman û Çandê ya Avestayê Alî Yalçinkaya di 28’ê mijdara 2023’yan de hatin binçavkirin û di 1’ê kanûnê de hatin girtin. Yekemîn danişîna Yavuz û Yalçinkaya ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin darizandin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Îzmîrê hat lidarxistin. Li gel Yavuz û Yalçinkaya, parêzerên wan jî di danişînê de amade bûn.    Dosyayên her duyan ji hev hatin cudakirin û her du jî cuda cuda hatin darizandin. Ramazan Yavuz li dadgehê got ku rêveberê komeleyê yê berê ye û tev li xebatên legal ên komeleyê bûye. Yavuz, diyar kir ku nabe ev xebatên wî weke sûc bên nîşandan û beraet û tehliyeya xwe xwest.    Parêzerên Yavuz jî gotin ku EGE - TUHAYDER komeleyeke legal e û xebatên wê jî nakevin ber tawanbariya “endamtiya rêxistinê.” Dozger, tehliyeya Yavuz xwest. Şandeya dadgehê jî biryara tehliyeyê da û danişîna dozê taloqî 29’ê sibatê kir.    DAXWAZA PARASTINA BI KURDÎ NEHAT QEBÛLKIRIN    Piştre jî li heman dadgehê danişîna doza Hevserokê Avestayê Alî Yalçinkaya hat lidarxistin. Ji ber xebatên komeleyê û îfadeyên şahidên nepen, Yalçinkaya bi “endamtiya rêxistinê” hat sûcdarkirin. Yalçinkaya xwest parastina xwe bi kurdî bike lê şandeya dadgehê ev daxwaz red kir. Yalçinkaya, bersiva îdiayan da û got ku xebatên komeleyê weke sûc hatine nîşandan û xebatên wan ji bo ziman û çanda kurdî ne û endamê tu rêxistinan nîne.    Dozgeriyê jî mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest Yalçinkaya bê tehliyekirin. Şandeya dadgehê jî biryara tehliyeyê da û danişîna dozê taloqî 27’ê sibatê kir.