Li Kerkûkê jinek hat qetilkirin 2024-01-18 18:19:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku li Kerkûkê di encama êrişa çekdarî de jinekê jiyana xwe ji dest daye.   Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatin girtin, êriş li ber dibistana navîn û lîseya Sêgirme ya li Taxa Rehîmavayê pêk hatiye. Şahidên bûyerê ragihandin ku êrişkar bi motorsîkletekê hatiye ber dibistanê û bi çeka bêdeng 8 gule bera jinekê dane.   Nasnameya êrişkar û jina hat qetilkirin nehat hinbûn.