Baroya Şirnexê: Divê agahiyên têkildarî cînayetên ‘merdane’ bên aşkerekirin 2024-01-19 08:22:42 ŞIRNEX - Baroya Şirnexê bertek nîşanî gotinên Meral Akşenerê dan û ev bang kir: “Divê agahiyên têkildarî cinayetên ‘merdane’ ji rayagiştî re bên aşkerekirin.”   Baroya Şirnexê bertek nîşanî gotinên Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşenerê yên “Em berê bûn şahidê cînayetên siyasî lê merdane bûn” da. Baroyê di daxuyaniya xwe ya li ser hesaba xwe ya X’yê weşand de wiha gto: “Em weke Baroya Şirnexê Serokat Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşenerê ji ber van daxuyaniyên wê yên xeternak şermezar dikin û dibêjin ku sedema hebûna dewletekê ew e ku ewlehiya canê mirovan pêk bîne.”   ‘BILA CÎNAYETÊN JÊ RE DIBÊJE ‘MERDANE’ NE AŞKERE BIKE’    Baroyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Cînayetên kiryarên nediyar ku di dîroka nêz a Tirkiyeyê de weke lekeyeke reş tên binavkirin, di salên 90’î de ku Akşener Wezareta Karên Hundir bû zêde bûn û heta îro 17 hezar kesên faîlên wan nehatin dîtin bi ‘cînayetên siyasî’ hatine qetilkirin. Polîtîkaya bêcezahiştinê ya têkildarî lêpirsînên wê serdemê hatine destpêkirin dewam kiriye û gelek dosya di pêvajoya heyî de ketine ber demboriyê. Di van dosyayan de bi awayekî bi bandor lêpirsîn nehatine birêveberin, şûna ku faîl bên dîtin, faîl hatine parastin û mexdûr hatine mexdûrkirin.    Em weke Baroya Şirnexê ji ber van daxuyaniyên wê yên xeternak Serokat Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşenerê şermezar dikin û dibêjin ku sedema hebûna dewletekê ew e ku ewlehiya canê mirovan pêk bîne. Tevî vê yekê li bendê ne ku agahiyên têkildarî cînayetên siyasî yên Akşener jê re dibêje ‘merdane’ ne ji raya giştî û merciyên qanûnî re bên aşkerekirin.”