Li devera 4 mizgeft lê hene dê mizgefta 5’emîn çêbikin! 2024-01-19 10:04:13 WAN - Li herêma qada ku qeyûm dewrî Diyanetê kiribû 4 mizgeft hene û niha jî ya 5’emîn tê çêkirin. Serokê Şaxa ÎMO’ya Wanê Mîhaîl Atîk wiha bertek nîşan da: “Li ser qadeke bi 2 kîlometrekareyan niha mizgefta 5’an çêdikin. Ev yek, projeya rantê ya beriya hilbijartinê ye.”    Di erdheja 2011’an a Wanê de xesareke mezin gihişt avahiya midûriyeta emniyetê ya berê. Şaredariyê di sala 2016’an de hilweşand û veguherand qada parqê. Qada ku ji 5 hezar û 818 metrekareyan pêk tê, di sala 2019’an de bi erêkirina Plana Îmarê re dîsa weke qada saziya fermî hate ragihandin. Di sala 2021’an de jî bi Plana Îmarê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re weke mizgeft hat diyarkirin. Midûriyeta Emniyetê ya Wanê li dijî biryarê îtîraz kir lê biryara têkildarî mijarê hate erêkirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye jî di sala 2021’an de ev qad dewrî Weqfa Diyanetê kir.    Li vê qada bi mezinahiya 2 kîlometrekareyan 4 mizgef hene lê Weqfa Diyanetê biryar da ku mizgefteke din were çêkirin. Ji bo çêkirina mizgeftê xebatên kolandina hîm dest pê kirin. Rêxistinên civaka sivîl ên li bajar bertek nîşan dan û gotin ku divê li vê qadê parq bê çêkirin.    ÎMO: PÊDIVIYA BAJAR BI QADÊN ŞÎN HEYE   Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Wanê ku girêdayî Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) e Mîhaîl Atîk têkildarî mijarê axivî. Atîk, diyar kir ku qada behsa xeberê li ser Cadeya Îpekyoluyê ye ku yek ji arterên herî girîng a bajar e û wiha got: “Ev der ji bo ‘Projeya Tesîsa Olî’ guncav nîne.”    QADA PARQÊ DEWR KIR    Atîk, da zanîn ku piştî erdheja 2011’an li bajar rant dest pê kir û ev tişt anî ziman: “Ji bo avahiyên wê demê zirar gihiştiyê derbasî sepana îmarê kete meriyetê. Qada behsa xeberê, di demên berê de cihê saziya fermî bû. Di erdhejê de zirar gihiştê û hilweşiya. Di plana îmarê ya sala 2013’an de hêj weke saziya fermî xuya dikir. Di sala 2016’an de şaredariya bajarê mezin veguherand qada parkqê. Bi wî awayî ma ku ya rast jî ev bû. Lê têkildarî parqê tu plansazî nehatin çêkirin. Kavil hatin rakirin û weke eraziyeke vala ma. Ji ber ku nîqaşên li ser wê eraziyê didomin û hinek kes wê derê dixwazin. Çavên rantxwiran ji bo wê derê dibirîqiyan. Ew der weke qada parqê derbas dibû û hêviya me jî ew bû. Piştî ku derfetên şaredariyê çêbûn jî dê sererastkirina peyzajê dest pê bikira. Lê di plana îmarê ya sala 2019’an a şaredariyê de ew der weke saziya fermî hat tescîlkirin. Wê demê qeyûm hebû û serî li vê rêbazê da.”    LI BAJAR QADÊN ŞÎN Û VEKIRÎ TUNE NE   Atîk, got ku têkildarî qada behsa xeberê bi raya giştî re agahiyên cuda tên parvekirin lê di halê hazir de ji bo mizgeftê hîm tê kolandin. Atîk, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li bajarên erdhejan divê qadên şîn û vekirî zêde bin da ku di dema erdhejê de xwe zû bigihînin mirovan. Lê di vê mijarê de xebatek nehat kirin. Di dawiya dawî de di sala 2021’an de wesfa vê derê dîsa hate guherandin û weke mizgeft hate tescîlkirin û dewrî Diyanetê kirin.”    ‘PROJEYA RANT Û PROPAGANDAYÊ’    Atîk, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mudaxileyî qadê kirin. Pêdiviya xelkê wê derê bi mizgeftê nîne. Li heman derdorê mizgef hene û gelemperî vala dimînin. Di rewşeke wiha de çêkirina mizgefteke din deraqilî ye. Ev erse li ser rêgeha rêbejê ye. Heke tiştek bibe dê ji bo hatin û çûnê bibe pirsgirêkeke mezin. Lewma çêkirina mizgeftê li vê derê guncav nîne. Ketina bajar e. Her wiha projeya AM’ê ya Şaredariya Tuşbayê jî li wir e. Di demeke ku pirsgirêka binesaziyê ewqas lezgîn de çêkirina mizgeftê li wê derê nayê qebûlkirin. Sedema din a çêkirina mizgeftê jî hilbijartin in. Dixwazin hestên olî yên gel îstîsmar bikin. Dê ev mizgeft trafîka bajar bixitimîne û bibe sedema pirsgirêkên mezin. Jixwe li wê derê gelek mizgeft hene. Nîviya wan jî tije nabin. Bi temamî propaganda ye, rantxwirî ye û ji bilî vê tu tiştek nîne.”    ‘XETA FAYÊ JI HERÊMÊ RE DERBAS DIBE’   Herî dawî jî Atîk wiha got: “Xeta fayê ji wir re derbas dibe. Ev xet dema rojê wê hat dê bişikên. Dema erdhej çêbû dê mirov cihekî biewle nebînin. Ev tevek hatine paşguhkirin û ji bo rantê vê dikin.”