Îtîraza ji bo ‘hilbijêrên’ li emniyet û qereqolê hatine veguhestin hate redkirin 2024-01-19 12:00:52 MÊRDÎN - Îtîraza li dijî veguhestina 538 “hilbijêrên” li navçeya Kerboranê ji ewil li emnyetê û piştre li fermandariya cendirmeyan hatine veguhestin hate redkirin.    Beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî, 538 kes weke “hilbijêr” li Midûriyeta Emniyetê ya Kerboran a Mêrdînê û Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê hatin veguhestin. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) diyar kir ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê û 28’ê Gulanê de li van navnîşanan tenê 30 hilbijêr hebûn û li dijî vê îtîraz kir.    Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraza DEM Partiyê red kir. Lijneyê di biryara xwe de ev îdia kir: “Îdiayên tên kirin razber in û hincetek nehatiye nîşandan. Qanûnên hilbijartinê lijneyên hilbijartinê ji bo lêkolînkirina delîlan û komkirina wan peywirdar nekirine. Lewma divê yên îtîrazê dikin bi xwe delîl û sedeman nîşan bidin.”