TEV-DEM'ê li dijî êrîşan banga berxwedana neteweyî kir 2024-01-19 12:39:36   NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM'ê di salvegera dagirkirina Efrînê de daxuyaniyek weşand û li dijî sûcên dewleta tirk banga berxwedana neteweyî û şoreşgerî kir.   Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê salvegera 6'emîn a destpêkirina êrişa dewleta tirk li dijî Kantona Efrînê de daxuyaniyek da û bang li pêkhateyên herêmê, hêzên siyasî, nîştimanî, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên jinan kir ku li dijî sûcên dijexlaqî yên dewleta tirk a dagirker hevgirtî û hevkar bin.   DEWLETA TIRK 72 SÛC KIRIN    Berfirehiya daxuyaniyê TEV-DEM'ê wiha ye: "Li gel bêdengiya şermîn a civata navneteweyî û bi hevkariya yekser bi dewletên têkildarî rewşa Sûriyeyê re beriya 6 salan Kantona Efrînê ji hêla artêşa tirk a dagirker ve rastî êrişeke terorîst û hovane hat. Artêşa tirk a dagirker êrişên bejahî û asîmanî pêk anîn û di wan êrişan de gelek komên selefî û çeteyan beşdar bûn. Di destpêka êrişan de 72 balafirên şer û bêmirov bi kar anîn û 72 sûc kirin. Bi wê re xwezaya Efrînê, erdnîgarî û nirxên wê yên exlaqî bin pê kirin. Efrîn ji hêla xelkê wê ve bi beşdariya pêkhateyên xwe yên bingehîn pîvanên pergala demokrasiyê pêk dianî, çand û nirxên xwe yên dîrokê li hember asîmîlasyon û qirkirinê diparast.   SÛCÊN LI DIJÎ WELATIYAN BERDEWAM DIKIN    Di dirêjahiya 6 salên dagirkirina Efrînê ya ji hêla dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve heta roja îro tevahî têgehên dagirkeriyê derbas kirine, pîvan û mîsaqên navneteweyî bin pê kirin. Ji wê zêdetir sûc û binpêkirinên xwe yên rojane li dijî nirxên exlaqî yên welatiyan zêde kirin, tundî, revandin, tecawîzkirin, sûcên qetilkirinê, girtin û revandina jinan û cezayên darvekirinê li dijî wan dewam dike. Bi vê yekê hewl dide siyaseta radestkirinê û janantiyê li ser vîna gelê me yê li Efrînê ferz bike. Li aliyekî din jî mal û milkên welatiyan, cihên şûnwarî û danayên xwezayê dizîn, dar qut kirin û hilkirin û li sûckên cîhanê firotin.   ŞENIYÊN EFRÎNÊ DI ŞERTÊN HERÎ DIJWAR DE DIJÎN   Tiştê herî xeternak jî avakirina avahiyên mêtingeriyê û bicihkirina malbatên terorîst a li Efrînê ye. Ev yek bi desteka yekser a dewleta tirk a dagirker û hin rêxistinên şovenîst ên herêmê pêk tê. Di vê yekê de siyaseta herî xeternak siyaseta guhartina demografiyê pêk tînin. Ev yek li ser pêşeroja Efrîn û xelkê wê xeteriyeke mezin e. Şênî û xelkê Efrînê yê resen êdî di rewşên civakî û jiyanî yên herî dijwar de dijîn û li dijî du karesatên dagirkeriyê ne; dewleta tirk a dagirker û komên çeteyan. Ev her du hovantirîn cureyên tundrawî û terorê li dijî şêniyan pêk tînin, da ku welatiyan bitirsînin û wan neçar bikin ku dev ji çand û nirxên xwe bitirsin. Ev hemû li pêş çavên civata navneteweyî pêk tên.   ÊRIŞÊN LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ BERDEWAMA SIYASETA DAGIRKIRINÊ YE   Heta koçberên li kampên Şehbayê ji van siyasetên qirêj nefilitîn. Koçber li beramber karesateke mirovî ya rasteqîn in û di navbera topbaranên dewleta tirk a dagirker û siyasetên dorpêçê yên desthilata hikumeta Şamê de ne. Ev yek di navbera dewletên koma Astanayê de ji bo li dijî projeya neteweya demokratîk a li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin, pêk hatiye. Êrişên dewleta tirk a dagirker ên bênavber ên li dijî binesaziyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewama siyasetên wê yên li Efrîna dagirkirî û zindîkirina tundrawî û terora li herêmê ne.   BANG LI TEVAHÎ PÊKHATEYÊN HERÊMÊ HATE KIRIN    Em weke TEV-DEM´ê bang li tevahî pêkhateyên herêmê, hêzên siyasî, nîştimanî, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên jinan dikin ku li dijî sûcên derexlaqî yên dewleta tirk a dagirker hevgirtî û hevkar bin û di berxwedana xwe ya neteweyî û şoreşgerî de hêzeke xurt li dijî dagirkeriyê bin, li qadên giştî bin û tev li tevahî çalakiyên şermedzarkirina êrişên dagirkeriyê bin.   Di dawiyê de em bang li raya giştî û NY´yê dikin ku di helwestên xwe de cidî û aşkera bin û van sûcên li dijî mirovahiyê şermezar bikin, parastina asîmanî ya herêmên me dabîn bikin û vegera ewle ji koçberên Sûriyeyî re li warên xwe pêk bînin."