Ji ber êrişên Tirkiyeyê 815 hezar kes bi gefa bêavmayînê re rû bi rû ne 2024-01-19 13:20:35   ENQERE - Heyva Sor a Kurd da zanîn ku ji ber êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 815 hezar kes bi gefa bêavmayînê re rû bi rû ne û destnîşan kir ku êrişên li dijî gelê sivîl tên kirin, binpêkirina qanûnên navneteweyî ne.   Heyva Sor a Kurd der barê êrişên hewayî yên di navbera 26'ê kanûna 2023 û 17'ê çileya 2024'an de ji hêla dewleta tirk li ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine kirin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bal kişand ser êrişên li qadên sivîlan hatine kirin û hat gotin ku ji bo êriş bi awayeke demildest werin sekinandin divê raya giştî ya navneteweyî zextan zêde bike.    Daxuyaniya Heyva Sor a Kurd wiha ye:    "Dewleta tirk di 25 'ê kanûnê de bi êrişên hewayî ku heta derengiya şevê dom kir, li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrişeke mezin kir. Di êrişan de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn. Hedefa sereke ya van êrişan binesaziya bajêr bû. Li Kobanê kilînîkek nexweşênderve ya şekir ku ji aliyê komeleyeke alman ve tê destekkirin, hat bombekirin û xerakirin. Şensî bû, klînîk ji bo betlaneya rojbûna Mesîh hatibû girtin û tu zerarên mirovî û birîndar nehatin ragihandin. Ev navend bi giranî bi rêya klînîkeke gerok xizmeta extiyarên li bajar û gundên Kobanê dikir. Niha derfeta wergirtina heman xizmetan nîne. Bi şensî, ji berbetlaneya Noelê klînîk hate girtin û ti birîndar nehatin ragihandin. Klînîka nexweşên derve a Şekir a li Kobanê, piştî êrîşa hewayî ya artêşa Tirk (Wêne ji aliyê komeleya, almanî ve hatiye kişandin) li bajarê Qamişlo navendeke diyalîzên gurçikan ku mehane di navbera 650-700 nexweşên ku hewcedariya wan bi danişîna diyalîzê ya heftane heye, xizmetê dike û depoya oksîjenê ji bo peydakirina dermanan hate hedefgirtin.   CEYRANA 9 BAJAROK Û 2680 GUNDAN QUT BÛ   Navenda diyalîza gurçikan li Qamişlo (wêne ji milê ofîsa ragihandina HSK ve hatiye kişandin) hedefgirtina çapxaneya sereke ya pirtûkên xwendekaran li Bakur-Rojhilatê Sûriyê (Sîmav) ku di encamê de 6 xebatkarên wê yekser jiyana xwe ji dest dan. Ev çapxane li zêdetirî 4 hezar û 400 dibistanên herêmê pirtûkan li zêdetirî 800 hezar xwendekaran belav dike. Her wiha du kargehên hilberîna çîmentoyê, depoya embara genim, kargeheke zeytê, aşê ard û Tehîniyê, kargeheke plastîk, kargeheke temîrkirina erebeyan û holeke şahiyan (şensî bû ku wê demê dawet çênedibû) bûn hedef. Ji ber hedefgirtina stasyonên ceyranê û petrolê ceyran bajarê Qamişlo, 9 bajarok û 2680 gundan qut dibe. Di nav de firne, navendên tenduristî û giştî.    HERÊM NE ARAM E   Tevî aramiya nisbî ya ku vê dawiyê di kirîza Sûriyeyê de li eniyên şer û koçberbûna navxweyî ya mezin hat dîtin, li bakurê Sûriyê rewş bi tevahî cuda ye. Niştecihên wê ji ber bombebarana berdewam a Tirkiyê û firokeyên bêfirokevan li dijî sivîlan û binesaziya bingehîn: stasyonên elektrîkê, stasyonên petrolê, nanpêjxane, kargehên çîmentoyê, navendên tenduristiyê û navendên perwerdehiya zarokan, rastî şert û mercên jiyanê yên dijwar tên. Êriş û ziyan bi salan e berdewam in û ji cotmeha 2022'yan vir ve li dijî binesaziya sivîl pir zêde bûne. Ji bo sererastkirina van ziraran dê bi salan xebat û fonên mezin hewce bike. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bilî kêmbûna çavkaniyên enerjiyê yên weke gaz û sotemeniyê, ji xwe krîza giran a xwarinê dijî. Êrişên dawî yên li dijî binesaziyê, wê trajediya însanî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bike.Tirsa daîmî ya êrişên nû yên bi dronan, bandoreka kûr li ser tenduristiya derûnîya xelkê dike û bi taybetî jî zarokan.Di mehên borî de êrişên bêmirov ên berdewam, qutkirina avê wekî kiryareke şer li dijî milet, krîza kolerayê ya ku didome, berdewamkirina çalakiyên DAIŞ'ê û bi hezaran kesên koçber bûne nîşaneyên zelal ku em hê jî di rewşeke awarte re derbas dibin û herêm qet ne aram e.    XIZMETA RADÎKALÎZMÊ   Bi salan e alîkariya mirovî her tim kêm dibe û hewcehîyên mirovî bi çavkanîyên me yên sînordar gerek bên çareserkirin. Rewşa niha ya kamp, niştecihbûnên ne fermî, navendên binçavkirinê û girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê niha bi dehhezaran li kamp û niştecihgehên ne fermî li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wan bicih dike. Ev kamp ji şerê li dijî DAIŞ'ê, kesên ku di salên 2018 û 2019'an de ji êrişên dagirkeriya tirk reviyane, kesên ku ji şerê li Idlib an jî herêmên din ên başûrê Sûriyeyê reviyane û herî dawî jî kesên ku di dema erdhejê de malên xwe winda kirine, bicih dikin. Rêjeya cîbicîkirinê û vegirtina kampên li bakurê Sûriyeyê gihiştiye karîna xwe ya herî dawî û di xizmetên bingehîn ên wekî xizmeta tenduristî, xwarin, perwerde û piştgiriya psîkolojîk de kêmbûnek mezin heye. Nemaze rewşa kampa El-Hol tê re derbas dibe. Kamp hê jî nêzîkî 60.000 kes dihewîne, piranîya wan malbatên DAIŞ'ê ne û gelek ji wan ji welatên Ewropayê ne. Kamp ji xwe niha di nava niştecihan de ji bo radîkalbûnê wek navenda xizmetê ye. Malbatên DAIŞ'î ji bo bibin leşkerên nû yên DAIŞ'ê zarokên xwe mezin dikin.    DAIŞ XURT DIBE   Beriya niha jî têra xwe hêza bersivdayînavê rewşê tune bû û tunebûna alîkariya mirovî û rewşa nebaş a jiyanî radîkalbûna şêniyên kampê zêde dikir. Êrîşkariya Tirk a niha, wê aloziya li nava kampê zêde bike û di hewldanên xwe yên ji bo bandorkirin û radîkalkirinê DAIŞ'ê hêsan bike. Girtîgeh û navendên binçavkirinê yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê, ji hezaran DAIŞ'îyên navneteweyî re mêvandariyê dikin. Şert û mercên binesazî û binyatanî gelekî nebaş in, pîvanên paqijiyê lawaz in û li gorî vê yekê gelek nexweşî li girtîgeh û navendên ragirtinê belav dibin. Kêmasiyeke girîng a cih heye. Şênî hê jî metirsîdar in û ti hêz ji bo sererastkirinê ji şêniyan re tune ye. Li zindanan jî DAIŞ çalakiya xwe didomîne û her ku diçe xurttir dibe. Ne aramiya tevahiya herêmê di encama şerê navxweyî yê 12 salan de, guhertina avhewayê, êrişên dewleta tirk ên domdar ji salan ve û bi taybetî êrîşa mezin a nihadewam dike, şert û mercên pir baş diafirîne ku DAIŞ ji nû ve xurt bibe.    TIRKIYE DIXWAZE HERÊM VALA BE   Radîkalbûyîn wê zêde bibe, penaberî zêde bibe, pêwîstiya alikarê însanî zêde bibe, hejmarapenaberên li jiyaneke ewle digerin wê zêde bibe. Li gorî rêjeyên Xaça Sor ji sedî 90 'ê xelkê Sûriyeyê di bin sînorê xizaniyê de dijîn. Li gorî Neteweyên Yekbûyî 16,7 milyon kes hewcedarî alîkariya mirovî ne li Sûriyeyê ku nêzî 6 milyon kes li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn. Tevî wê jî dewleta tirkî aşên ard û firinên herêmê dike hedef û bi hezaran malbat ji nan mehrûm dibi. Weke rêxistineke însanî ya herêmî û karkerên xwecihî yên ji sala 2012 'an û vir ve li herêmê dixebitin, em dikarin êşên sivîlan nas bikin û pê re bihest bibin. Gelek kesên ku ji Sûriyeyê û bi taybet bakurê Sûriyeyê koçber bûne, di serî de da ku jiyaneke ewle û baştir ji zarokên xwe re peyda bikin û karibin mîna her zarokekî li vê cîhanê bijîn. Dewleta tirk hewl dide gel ji herêmê dûr bixîne da ku demografiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biguherîne, mîna hewldanên xwe yên li herêmên din ên kurdan mîna Efrînê ji sibata 2018'an ve. Tevî rê û resm û qedexeyên dawî yên li ser rêyên koçberiyê yên ber bi Ewropayê ve ji aliyê Yekitiya Ewropayê ve, êrişên Tirkiyeyê yên liser sivîlan û binesaziyê dê û bavan diajon ku birevin û xeteriyên ku zarokên xwe ji êrişkariya tirk rizgar bikin, tevî ku dizanin xeteriyên rêwiyên koçberiyê an jî derbasbûnên deryayê. Rêya tekane ji bo kêmkirina beşek ji azarên sivîlan, bi rêya zexteke navdewletî da ku Tirkiyê ji hedefgirtina sivîlan, saziyên tenduristiyê û binesaziya din a ji bo rewşa jiyanî ya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê raweste. (Bi temambûna vê raporê re, di êvara 26 'ê kanûnê de careke din topbarana giran a li dijî Qamişloyê dest pê kiribû.)"