Colemêrgiyan xwestin li dijî hezazên ser rêbejê çêdibin tevdîr bên girtin 2024-01-19 14:22:11   COLEMÊRG - Rêxistinên civaka sivîl ên Colemêrgê têkildarî hezazên li ser rêbejê çêdibin daxuyanî dan û bang li rayedaran kirin ku tavilê tevdîran bigirin.   Rêxistinên civaka sivîl ên li Colemêrgê têkildarî hezazên gelek caran li ser rêbeja di navbera navend û navçeyan de çêdibin li Yenîkopruyê daxuyanî dan. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di dema daxuyaniyê de jî çendek hezazên biçûk çêbûn.    Daxuyanî ji hêla Serokê Yekitiya Odeya Esnaf û Pîşekaran Muharrem Tekîn ve ve hate xwendin. Tekîn got ku bi taybet jî di demsala zivistanê li ser rêbeja di navbera Colemêrg-Çelê-Gever-Şemzînanê de hezaz çêdibin û aşût tên xwarê. Bi domdarî tekîn ev tişt anî ziman: “Hezazên dawî rê li ber tirsekî mezin vekirin. Ji ber van hezazan mal û canê xelkê bajar di metirsiyê de ye. Xuya dibe ku saziyên têkildarî vê mijarê bergiriyên pêwîst negirtine. Kevir û axa piştî baranê dikev ser rêyê, gelek caran dike ku rê bên girtin. Dikin ku têkiliya herêma me ji bajarên derdorê re qut bibe.”   ‘DIVÊ TAVILÊ TEVDÎR BÊN GIRTIN’   Di berdewamê de Tekîn anî ziman ku tu alternatîfên rêbeja di navbera navenda bajar û navçeyan de nînin lewma piştî karesatên xwezayî têkiliya bi navendan re qut dibe. Tekîn, wiha dom kir: “Bi taybet jî li ser rêbeja Wan-Colemêrgê ku tekane rêya bi bajarên din re ye, gelek hezaz çêdibin. Cihê ku niha em lê ne hema hema her roj kevirên mezin dikevin ser rêyê. Xelkê ji vê rêyê re derbas dibe bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye. Rojane bi hezaran wesayît derbas dibin. Lewma em bang li rayedaran dikin ku hêj karesatên mezin çênebûyîn tavilê tevdîran bigirin. Di demên berê de gelek nexweşên me yên ji Şemzînan û Rûbarokê ji ber pirsgirêka veguhestinê jiyana xwe ji dest dan. Divê rê li ber vê rewşê were girtin.”    ‘RÊWÎTIYA BIEWLE YEKEMÎN BERPIRSYARTIYA DEWLETÊ YE’    Tekîn, axaftina xwe wiha qedand: “Parastina mal û canê welatiyan û rêwîtiya biewle yekemîn berpirsyartiya dewletê ye. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê divê lezê bidin çêkirina tunelan. Her wiha divê tavilê rêyên alternatîf bên çêkirin. Her wiha divê ji bo rêya Colemêrg-Çelê jî demildest tevdîr bên girtin. Banga me ji bo Wezareta Veguhestin û Binesaziyê ew e ku ji bo vê pirsgirêka xelkê bajar tavilê tevdîran bigire.”