ÎHD: Rewşa girtî Karaoglan ber bi nebaşiyê ve diçe 2024-01-19 16:43:32   ENQERE - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Enqereyê da zanîn ku rewşa tenduristiyê ya girtî Huseyîn Karaoglan ê li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê pê re rûbirû dimîne, ji 11’ê îlona 2023’yan ve di çalakiya greva birçîbûnê de ye, ber bi nebaşiyê ve diçe.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê têkildarî rewşa girtî Huseyîn Karaoglan ê li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Sîncanê pê re rûbirû dimîne, ji 11’ê îlona 2023’yan ve di çalakiya greva birçîbûnê de ye, li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci di daxuyaniyê de axivî.   131 ROJ IN DI ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE   Yazmaci, diyar kir ku di hevdîtina Karaoglan bi parêzerên xwe re pêk anî de agahiyên “Xwestiye biçe girtîgeheke ku cihê hewadariya wê hebe, hevalên wî lê hebin û şertên mirovî lê tên pêkanîn, ji bo vê serlêdan kiriye lê nehatiye qebûlkirin, ji ber vê yekê dest bi greva birçîbûnê kiriye; bi temamî di bin tecrîdê de ye” parve kirine û anî ziman ku di roja grevê ya 131’an de rewşa tenduristiyê ya Karaoglan ber bi nebaşiyê ve diçe.      Yazmaci, da zanîn ku Sezgîn Zengîn ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Sîncanê tê ragirtin jî heman pirsgirêkan dijî û girtî Sezgîn Zengîn û Bakî Can îro 69 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Yazmaci di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Pêkanînên tecrîdê yên li Girtîgehên Ewlehiyên Bilind mexdûriyetên ku telafiya wan zehmet de derdixînin holê. Pêkanînên heyî tenê dikare bi têgehên îşkenceya bi demê re belav dibe û mûameleya nebaş were aşkerekirin.”