Dere yê DBP'î piştî 8 mehan hate berdan 2024-01-19 16:44:27   MÊRSÎN - Cengîz Dere yê DBP’î ku li Mêrsînê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya fînansê daye rêxistinê” hatibû girtin, 8 meh piştre hate berdan.    Ji rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kadrî Ezer û Cengîz Dere, rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) Esmer Oguz, Beşîr Acar û Selîm Ekîncî di 23’yê gulana 2023’yan de li Mêrsînê hatin binçavkirin. Dere û Ezer di 26’ê gulanê de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya fînansî dane rêxistinê” hatin girtin û binçavkiriyên din jî bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.    Danişîna ewil a Dere û Ezer ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya fînansî dane rêxistinê” dihatin darizandin û ya Oguz, Acar û Ekîcî ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihatin darizandin, hat lidarxistin. Dere û Ezer di danişînê de amade bûn. Girtiyan îdiayên tên kirin red kirin. Piştî parastinan, biryar hate dayîn ku rewşa girtî ya Ezer bidome û Dere jî bi şertê kontrola edlî hate berdan. Danişîna dozê taloqî 25’ê adarê hate kirin.