ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-20 09:00:57     * Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tên ragirin ji bo ku armanca çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidin ragihandin, daxwazname ji Wezareta Dadê re şandin. Derbarê 11 girtiyan de ji ber gotina “Birêz Ocalan” a di daxwaznameyê de, 11 rojan cezayê hucreyê hate dayîn.     * Bavê Nîhat Îşnaz ê 9 sal in girtî ye û beşdarî Nobeda Edaletê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê bûye Muzaffer Îşnaz got: "Daxwazên wan daxwazên me hemûyan e."   * Biryara beraetê ya ji bo rojnameger Ayşe Kara ku bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" dihat darizandina û dihat xwestin 15 sal ceza lê bê birîn, ji aliyê îstinafê ve hat xerakirin.    * Eşkere bû ku dadgeha ku bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" 2 sal û mehek cezayê girtîgehê li rojnameger Nûrcan Yalçinê birî, dema ceza daye "nîşeya îstîxbaratê" ya ji Şaxa TEM'ê hatiye esas girtiye. Dadgeha Îstînafê ya ku dosyeyê lêkolîn kir, biryara dadgeha herêmî ne ji ber delîlên li dijî hiqûqê, bi hinceta lêkolîna kêm xera kir.    * Rêveberê Navenda Giştî ya OHD'ê Sezîn Ûçar diyar kir ku divê CPT rapora xwe ya der barê serdana Îmraliyê de eşkere bike û got ku ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, dê tevî gelek parêzeran serî li Wezareta Dadê bidin.   * DEM Partî, li navçeya Bajarênû a Amedê û navçeyên Pirsûs û Hewagê yên Rihayê ji bo namzetên xwe yên hevşaredariyê diyar bike dê pêşhilbijartinê pêk bîne. (09.00-17.00)   * Nobeta Edaletê ya li gelek bajaran hatiye destpêkirin didome. (11.00-17.00)   * Çalakiya ku Şaxên ÎHD’ê yên Amed, Colemêrg û Êlihê malbatên windakiriyan bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, bila faîl bên darizandin” her hefte li dar dixin dê berdewam bike. (12.00)   * Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya 982’yemîn a bi daxwaza xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan her hefte li Qada Galatasarayê li dar dixin dê pêk bînin. (12.00)   * Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê dê têkildarî rewşa girtiyên nexweş daxuyanî bên dayîn. (13.00-13.30)