Nobeda Edaletê didome: Daxwazên girtiyan daxwazên me ne 2024-01-20 09:11:39 WAN - Bavê Nîhat Îşnaz ê 9 sal in girtî ye û beşdarî Nobeda Edaletê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê bûye Muzaffer Îşnaz got: "Daxwazên wan daxwazên me hemûyan e."   Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya li girtîgehan ku bi armanca azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin, di roja 55'an de ye. Malbatên girtiyan jî bi heman daxwaza li gelek bajaran çalakiya Nobeda Edaletê didomînin. Bavê girtiyê bi navê Nîhat Îşnaz Mûzaffer Îşnaz ku beşdarî çalakiya malbatên girtiyan a li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê bû, diyar kir ku ew jî bi çalakiya xwe daxwaza aştiyê dikin.   Bav Îşnaz anî ziman ku kurê wî yê girtî di 18 saliya xwe de, di sala 2016'an de hatiye girtin û got ku kurê wî tevlî greva birçîbûnê ya di sala 2018'an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê hatibû destpêkirin bûbû. Îşnaz anî ziman ku di dema darizandinê de 24 sal cezayê girtîgehê li kurê wî hatiye birîn û got ku kurê wî piştî sirgûnî Erzinganê hatiye kirin, 3 meh cezayê qedexekirina hevdîtinê lê hatiye birîn. Îşnaz bilêv kir ku tenê bi rêya telefonê dikarin hevdîtinê bikin û got: "Bi salan e kurê min bi awayekî bêhiqûqî ji me bêpar dikin."   ‘DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN ME NE'   Îşnaz anî ziman ku ew piştgiriyê didin daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de û wiha got: “Daxwazên kesên li zindanan li ber xwe didin, daxwazên me hemûyan e. Em piştgiriyê didin Nobeda Edaletê û çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehê hatine destpêkirin. Em aştiyê dixwazin, em dixwazin dawî li mirinan bê. Em her tim alîgirê aştiyê ne, em şer naxwazin."