Ûçar: Ji bo li Îmraliyê hevdîtin çêbibin em ê serî li Wezareta Dadê bidin 2024-01-20 09:46:10 STENBOL - Rêveberê Navenda Giştî ya OHD'ê Sezîn Ûçar diyar kir ku divê CPT rapora xwe ya der barê serdana Îmraliyê de eşkere bike û got ku ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, dê tevî gelek parêzeran serî li Wezareta Dadê bidin. Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Di Sîstema Cezayê De Civaka Sivîl (CÎSST), baroyên Êlih, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Şirnex, Riha û Wan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar re yên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê 34 meh in agahî ji wan nayê girtin hevdîtinê pêk bînin, di 12'ê Çileyê de serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan ku demildest "hevdîtin" pêk bê.    Rêvebera Navenda Giştî ya OHD’ê Sezîn Ûçar der barê serlêdanê de axivî. Ûçar, serdanên CPT’yê yên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi bîr xistin û got ku divê CPT rapora xwe ya der barê serdanan de eşkere bike.     Prz. Sezîn Ûçar    ‘DIVÊ CPT'Î RAPORA XWE BI RAYA GIŞTÎ RE PARVE BIKE'   Ûçar anî ziman ku CPT ji bo pêşîlêgirtina li îşkenceya dewletan a li ser welatiyan e û bi bîr xist ku CPT di demên cuda de serdana Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ziyaret kiriye. Ûçar da zanîn ku CPT jî mîna hemû saziyên navneteweyî xwedî wê rayeyê ye ku zorê bide dewletan û got ku heman CPT di warê îşkenceya li girtîgehên li welêt de girîng e. Ûçar, anî ziman ku Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di aliyê pirsgirêk û şêwazên îşkenceyê de xwedî cihekî taybet e û wiha got: "Serdanên ku CPT’yê di salên dawî de kirine hene. Em dixwazin rapora CPT'yê ya ji bo vê serdanê bi raya giştî re bê parvekirin. Ji ber ku mafekî wê ya wisa heye. Li gorî benda 2’yemîn a xala 10’an a peymanê xwedî rayeyeke wiha ye ku divê bi raya giştî re bê parvekirin. Lê di eslê xwe de divê CPT li gorî felsefe û peymana xwe ya damezrandinê daxuyaniyekê bide raya giştî. Em difikirin ku sazî û peymanên navneteweyî ji bo bidawîkirina tecrîda mutleq girîng in. Serlêdan hem ji bo zor li dewleta Tirkiyeyê bê kirin hem jî ji bo ji qada navneteweyî re bandora tecrîdê bê gotin, serlêdaneke girîng bû. Ji ber vê yekê me bi îmzeya 8 baro û komele û saziyan serlêdanek kir. Ji lew re gava ku saziyên hiqûqê tecrîda Îmraliyê têxin rojeva xwe, dê bandora li ser CPT'yê zêdetir bibe."    Ûçar anî ziman ku rayeya CPT'yê heye ku raporên xwe û çavdêriyên xwe eşkere bike û got ku bingeha sereke ya serlêdanê ew e ku erk û rayeyên CPT'yê bi bîr bîne. Ûçar anî ziman ku divê rewşa neragihandina mutleq ji holê bê rakirin û got ku saziyên hiqûqî hewl didin li Kurdistan û Tirkiyeyê rewşa neragihandina mutleq bixin rojeva xwe.    ‘EM Ê SERÎ LI WEZARETA DADÊ JÎ BIDIN'   Ûçar anî ziman ku ji bo serdana Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bê kirin û ji bo şikandina tecrîdê dê di demên pêş de serî li Wezareta Dadê jî bidin û got: "Hevalên me yên li baroyên cuda yên Tirkiyeyê, dê bi xwe serlêdanê bikin. Bi îmzeyên xwe serî li Wezareta Dadê bidin. Ev mesele hem berpirsiyariya baroyan hem berpirsiyariya saziyên hiqûqê hem jî bi awayekî ferdî berpirsiyariya hemû parêzeran e. Ev tecrîd bi hêleke xwe binpêkirina mafê parastinê ye jî. Em dikarin bibêjin ku mafê parastinê di vî warî de hatiye sînordarkirin. Ji ber vê yekê, ji bo bidawîkirina tecrîdê em ê bi îmzeyên gelek hevalên xwe yên parêzer serî li Wezareta Edaletê bidin.”   BANGAWAZÎ   Ûçar bang li saziyên hiqûqê, baroyan û hemû parêzeran kir û got ku şert û mercên tecrîda li Îmraliyê ne li derî bêhiqûqiyên din ên li welêt in. Ûçar diyar kir ku TTB û gelek saziyên hiqûqê li hemberî tecrîda li Îmraliyê "bêhesas in" û got ku tiştên li girtîgehên din ên Tirkiyeyê qewimîne bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ne. Ûçar anî ziman ku tecrîd bandorê li ser pirsgirêka kurd û têkoşîna jinê jî dike û got: “Pirsgirêkên cur bi cur ên civakî jî ne li derî tecrîdê ne. Ji ber vê yekê jî divê saziyên hiqûqê li hemberî vê bêhiqûqiyê hestiyar tevbigerin û bi bandortir têbikoşin."   MA / Omer Îbrahîmoglû