Li Amedê şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da 2024-01-20 13:42:00 AMED - Di avahiyeke navçeya Rezana Amedê de ji ber wergerîna sobeya ceyranê ya maye vekirî, şewat derket. Hasan Altan di şewata derketî de jiyana xwe ji dest da.    Di qata 6’an a avahiyeke li taxa Mûradiyeya navçeya Rezan a Amedê de şewat derket û Hasan Altan ê 80 salî di şewatê de jiyana xwe ji dest da.    Hat zanîn ku şewat ji ber wergerîna sobeya ceyranê ya maye vekirî, derketiye. Piştî agahîdayînê gelek tîmên agirkuj, polîs û tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Bi mudaxileya tîmên agirkujiyê şewat demeke kin de hate vemirandin lê belê nexweşê nav nivînan Hasan Altan di şewata derketî de bi şewitînê, jiyana xwe ji dest da.    Rifat Altan ê ji bo ku bavê xwe ji şewatê xelas bike ketiye avahî û ji dûkêlê bandor bûye jî, piştî mudaxileya ewil, rakirin nexweşxaneyê.    Cenazeyê Altan ji bo karûbarên otopsiyê, birin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê.    Têkildarî şewatê lêpirsîn hate destpêkirin.