Rewşa tenduristiyê ya Arslan a 80 salî giran dibe 2024-01-20 15:04:46 STENBOL - ÎHD’ê bang kir ku girtî Hanîfe Arslan a 80 salî ku nikare bimeşe û divê bilezgînî emeliyat bibe were berdan û wiha got: “Ji bo berdana wê poşmantî lê tê ferzkirin. Divê Hanîfe Arslan bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çalakiya 617’emîn a “Rûniştina F’yê” ku her hefte li dar dixin, li ber avahiya şaxê pêk anîn. Di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweşa giran Hanîfe Arslan a li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin.    Di daxuyaniya ku pankartên “Tedawî maf e nikare were astengkirin” û “Bila girtiya nexweş Hanîfe Arslan were berdan” hate vekirin de her tim dirûşmeyên bila “Hanîfe Arslan were berdan” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û gelek aktîvîstên mafên mirovan amade bûn. Daxuyanî ji aliyê endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran ve hate xwendin.    Onaran, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin li pêşiya başbûna girtiyên nexweş asteng in û rewşa Arslanê parve kir. Onaran, da zanîn ku nexweşiyên Arslan ên weke KOAH, diyabet, mîde, dil, tansiyon û gihan rêz kirin û diyar kir ku Arslan pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî dijî.    KURSIYA BITEKER NEDANÊ    Onaran, agahiyên ku ji keça wê girtine parve kirin û got: “Arslan li tuwaleta qawişa ku ne li gorî astengdaran e ket û diranên wê şikestin. Rêveberiya ku ev rewş paşguh dikir, piştî ku bû rojev, li tuwalete klozet bi cih kirin û Arslan birin nexweşxaneyê. Tevî klozet heye jî Arslan a ji ber êşên xwe yên zêde zehmetiyê dikişîne ku biçe tuwaletê, ji bo ku neçe tuwaletê xwarinê naxwe. Arslan a dikare bi kursiya biteker were hevdîtinê, ji ber êşên wê zêde bûn duşema borî rakirin nexweşxaneyê lê tevî ku bi zehmetî dikar bimeşe jî daxwaza wê ya kursiya biteker nehate qebûlkirin.    DIVÊ BILEZGÎNÎ EMELIYAT BIBE   Onaran, têkildarî rewşa tenduristiya Arslanê de ev agahî parve kirin: “Bijîşk jê re gotiye emeliyata ku diviya beriya 5 salan bibûya demildest bibe. Ji ber Arslan di girtîgehê de ye, gotiye ‘ez naxwazim ji kesê re bibim bar, ji ber wê yekê nikarim emeliyat bibim’. Keça Arslanê jî got ku ‘Poşmantî li dayika min tê ferzkirin, ji bo ku qebûl nake jî nayê berdan’.” Onaran, diyar kir ku ji bo Arslan nikare li girtîgehê were dermankirin emeliyat nabe û anî ziman ku ji bo ji ber nexweşiya xwe were berdan jî poşmantî lê tê ferzkirin. Onaran, bang kir ku ji bo mafê jiyan û tenduristiyê yê Arslan were parastin divê were berdan.