Bi hinceta ‘ewlehiyê’ nehiştin girtiya siyasî tev li cenazeyê dayika xwe bibe! 2024-01-20 16:56:52   MÊRDÎN - Bi hinceta ‘ewlehiyê’ nehiştin girtiya siyasî Zeynep Erdem a li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê tê ragirtin, tev li merasîma cenazeyê dayika xwe bibe.    Dayika girtiya siyasî Zeynep Erdem a li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê tê ragirtin û 12 sal in girtî ye, Zînê Erdem duh li nexweşxaneyeke li navçeya Qoser a Mêrdînê ku lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Erdem ji bo tev li şîna dayika xwe ya cenazeyê wê li goristana gundê Endewl ê Dêrîkê hate veşartin bibe, bi daxwaznameyekê serî li rêveberiya girtîgehê da.    Lê îdareya girtîgehê bi hinceta ‘nikarin ewlehiyê pêk bînin’ daxwaza Erdemê qebûl nekir. Ji ber vê yekê Erdemê nekarî tev li şîna dayika xwe bibe.