4 girtî ji Bûrdûrê sirgunî Bandirmayê hatin kirin 2024-01-20 17:04:52   EDENE - 4 girtiyên li Girtîgeha Bûrdûrê tên ragirtin, sirgunî Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê hatin kirin.    Girtiyên bi navê Mahîr Bînîcî, Naîf Ozkiliç, Agît Yilmaz û Mehmet Nûrî Gumuş ên li Girtîgeha Bûrdûrê dihatin ragirtin, pêr sirgunî Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê hatin kirin.    Girtiyên ku bi telefonê bi malbata xwe re axivîn, dan zanîn ku bi awayekî keyfî hatine sirgunkirin.