Nobeta Edaletê rastî eleqeyeke zêde tê 2024-01-20 17:49:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Nobetên Edaletê yên bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek bajaran hatiye destpêkirin, rastî eleqeyeke zêde tê.     Çalakiyên Nobeta Edaletê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk li Amed, Stenbol, Mêrdîn, Wan, Edene û Mêrsînê hatine destpêkirin, îro jî berdewam kirin.   AMED    Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 47’an de berdewam kir. Dayikên tev li nobetê bûn pêşmalkên ku bi tirkî û kurdî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û bi stranên gotin destnîşan kirin ku dê berxwedana xwe bidomînin.   Çalakî bi serdanên piştevaniyê heya êvarê dom kir.    Di nobetê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.    ‘HEYA AZADÎ TÊ EM Ê BIDOMÎNIN’   Ji çalakvanên nobetê Reşahat Ada di çalakiyê de wiha axivî: “Ev 47 roj in em di Nobeta Edaletê de ne. Ev nobet nobeteke pîroz e. Hemû jin, dayik werin bi me re, di nobetê de cihê xwe bigirin. Bila ji girtîgehan cenazeyên zarokên me dernekevin. Heya ku ev tecrîd bi dawî dibe, em ê nobeta xwe bidomînin. Heya ku edaletê ji zîndanan û birêz Ocalan re tê, em ê nobetê bidomînin. Zarokên me di riyeke pîroz de ne. Zarokên me ji bo nasname û axa xwe têkoşiyan. Dizî nekirin. Bila demildest têkevin liv û tevgerê da ku em cenazeyên zarokên xwe ji girtîgehan dernexînin.”    BANGA XWEDÎDERKETINA NOBETÊ   Halîme Tapûz jî bang li sazî û rayedarên dewletê kir û got: “Bila demildest biçin li gel Rêberê gelê kurd re hevdîtinê bikin. Bila zarokên me ji vê zilmê xelas bibin. Bila tecrîda li ser tevahiya gel were rakirin. Ji dayikan jî ricayeke min heye. Bila xwedî li vê nobetê derbikevin. Mafê me û zarokên me hene.”   Ji çalakvanan Kûdret Aslan jî wiha axivî: “Ez silavên xwe dişinîm Rêberê me. Bila hemû dayik piştgiriyê bidin vê çalakiyê. Her kes li gorî derfetên xwe bila çend rojan piştgiriyê bide vê çalakiyê. Bila grevên birçîbûnê bi dawî bibin ji girtîgehan cenaze dernekevin.”    WAN    Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya DBP’a Wanê hatiye destpêkirin di roja 47’an de berdewam kir. Rêveberên DEM Partiyê yên navçeya Tûşbayê, bernamzetên şaredariyê yên di hilbijartina gel de hatine hilbirjartin, aktîvîstên TJA’yê, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî hatin serdana nobetê.    Di serdana çalakiyê de Fatma Balkan destnîşan kir ku ew di saya têkoşeran de li wê derê ne û wiha pê de çû: “Di serî de ez birêz Ocalan, ez hemû girtiyên rastî tecrîdê tên silav dikim. Ev tecrîda paşverû dê tenê bi yekitiya kurdan were rakirin. Em ê bi yekitî û hevkariyê vê tecrîdê ji holê rakin.”   EDENE    Nobeta Edaletê ya ku li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 48’an de berdewam dike. Rêveberên navend û navçeyên DEM Partiyê yên Edeneyê serdana nobetê kirin. Yek ji Dayika Aştiyê Turkan Şîmşek, diyar kir ku ji bo Abdullah Ocalan û hemû girtiyan di çalakiyê de ne û anî ziman ku ew bi xwe jî dayika girtî ye. Şîmşek, destnîşan kir ku ji bo li welat polîtîkayên tecrîdê bî dawî bibin divê Abdullah Ocalan azad bibe.    Tevahiya rojê dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Çalakvanan daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên din kirin.    MÊRSÎN    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Çûkûrova TUAY-DER’ê û xizmên girtiyan li Mêrsînê hatiye destpêkirin di roja 48’an de li avahiya komeleyê didome. Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên komeleyê tev li çalakiyê bûn. Dengbêjên li bajêr jî piştgirî dan nobetê û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Her wiha rêveberên Şaxa DAD’a Mêrsînê Hulya Ayhan Keskîn û Guler Cirlaz serdana nobetê kirin. Beşdarvanan destnîşan kir ku ji bo demildest aştî were vî welatî divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe. Meryem Erbey a di çalakiyê de axivî jî li dijî tecrîdê banga yekitiyê kir û ji bo aştiyê herkes vexwend têkoşînê.   Çalakiyê bi kilamên dengbêjan berdewam kir.    MÊRDÎN    Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê jî li avahiya DBP’ê berdewam dike. Komeke ciwanan û welaityan îro serdana Nobeta Edaletê kirin. Ciwanên bi tembûrên xwe ve hatin bi kesên di nobetê de stran gotin. Dengbêj Hacerê jî bi klamên xwe piştgirî da nobetê.    Dayika Aştiyê Fatma Guneş a têkildarî Nobeta Edaletê axivî, diyar kir ku bi salan e têdikoşin û anî ziman ku kesên têdikoşin silav dike. Guneş, bi lêv kir ku dixwazin Ocalan azad bibe û wiha got: “Divê demildest tecrîd bê rakirin û demildest azad bibe û were nava me. Em ji zextên li ser girtiyan û derketina darbestan a ji girtîgehan re dibêjin bes e.”   STENBOL    Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ve hatiye destpêkirin, li avahiya Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sancaktepeyê berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Ji bo jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Malbatên girtiyan û gelek beşdarvanên nobetê yên jin pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de beşdaran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin û stranên kurdî gotin.   Endam û rêveberên DBP’ê, GOÇÎZDER’ê, ANYAKAY-DER’ê û DEM Partiya Maltepe û Umraniyeyê serdana nobetê kirin.     ‘DAYIK BÛN SEMBOLA AŞTIYÊ’    Hevserokê DEM Partiyê yê Umraniyeyê Halîs Yakût ê sibê nobetê dewr bigire, anî ziman ku polîtîkayên tecrîdê ne tenê li dijî Abdullah Ocalan li dijî hemû gelê kurd tên kirin. Yakût, da zanîn ku bi kûrkirina polîtîkayên tecrîdê civaka Tirkiyeyê xizan bûye û wiha got: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li civakê belav bûye. Em li derve di bin zext û tecrîdê de ne. Bi astengkirina azadiya îfadeyê, bi xespkirina mafê perwerdehiyê û weke aborî em di bin tecrîdeke mezin de ne. Tevî hemû polîtîkayên tecrîdê jî gelê me xwedî vîn û baweriyeke mezin e. Bi salane li Kurdistanê li dijî şerên diqewimin weke sembola aştiyê kevokên spî tên firandin, îro jî dayik bûn sembola aştiyê. Ez hemû dayikan ji ber sekna wan pîroz dikim û diyar dikim ku her tim li cem wan e.”   Dayikan pişt re bi klaman çalakiya îro bi dawî kirin.