Li Yenîşehîr, Pirsûs û Hewagê sindoq hatin girtin 2024-01-20 17:52:27   NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Yenîşehîrê dengdayîna di pêşhilbijartinê de bi dawî bû, sindoq hatin girtin. Li Pirsûs û Hewagê jî diyarkirina bernamzetan ma tûra duyan.    Li navçeya Yenîşehîr a Amedê dengdayîna di pêşhilbijartinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, bi dawî bû û sindoq hatin girtin. Di hilbijartinê de parlementerên DEM Partiyê Omer Ocalan û Ayşen Kordû wekî çavdêr cih girtin. Di hilbijartinê de delegeyan ji bo 4 jê jin 14 bernamzetan deng dan. Piştî dengdanê dest bi hejmartina dengan hat kirin.    Ji dengên hatin bkaranîn, 857 jê hatin qebûlkirin. Ji bernamzetên jin Belgîn Dîken 351 û Safiye Akdag 386 deng û ji yên mêr jî Mehmet Ergun 315 deng û Naşît Bal jî 155 deng girtin. Ji ber ku tu namzet ji sedî 50'yê dengan negirtin, hilbijartin ma tûra duyan. Tûra duyan dê sibê bê lidarxistin.    PIRSÛS   DEM Partiyê li navçeya Pirsûs a Rihayê ji bo diyarkirina namzetên hevşaredariyê pêşhilbijartin li dar xist. Di pêşhilbijartinê de 5 sindoq hatin danîn. Di pêşhilbijartinê de 619 delegeyan dengên xwe bi kar anîn. Ji ber ku ji namzetan kesî di ser ji sedî 50'î re deng negirtin, hilbijartin ma tûra duyan.    Delege dê sibê ji bo bernamzet Ayten Kaya, Cemîle Şahîn, Muslum Baran û Abdulkadîr Ercan careke din biçin ser sindoqê.    HEWAG   DEM Partiyê li navçeya Hewag a Rihayê ji bo diyarkirina namzetên hevşaredariyê pêşhilbijartin li dar xist. Di pêşhilbijartinê de 3sindoq hatin danîn. Di pêşhilbijartinê de 333 delegeyan dengên xwe bi kar anîn. Di pêşhilbijartinê de ji jinan Aygul Kapikayali 195 deng wergirtin û bi ser ket. Lê ji ber ku ji namzetên mêr kesî di ser ji sedî 50'î re deng negirtin, hilbijartin ma tûra duyan.    Delege dê sibê ji bo bernamzet Îsmaîl Yildiz û Yaşar Korkmaz careke din biçin ser sindoqê.