‘Dixwazin bi olê qada giştî ji nû ve ava bikin' 2024-01-21 09:00:34 AMED - Sekreterê Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Sînan Gunduz, anî ziman ku irsgirêka herî kûr a qada perwerdehiyê ew e ku desthilata siyasî qada giştî dike qadeke olî û hewl dide bi nêrîna bîrdoziya xwe wê ava bike.  Şaxên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) yên Amedê, ji bo tespîtkirina pirsgirêk û kêmasiyên dibistanên bajêr, bi nêzî hezar mamosteyan re anketek çêkirin. Ji perwerdekarên ku beşdarî anketê bûn, pirsên wekî "Gelo dibistana we di warê alavan de çawa ye?", "Li gorî we dibistana we têra xwe paqij e?", "Gelo hûn di saziya xwe de rastî mobîngê tên?" û "Di pola we de çend xwendekar hene?" hat pirsîn.   Li gorî daneyên ku di encama bersivên pirsan de hatine bidestxistin, li bajêr ji sedî 87'ê dibistanan ji polên qelebalix pêk tên. Ji sedî 10,9 ê beşdaran dibistanên xwe di warê alavan de "têr", ji sedî 50,8'ê wan bi awayekî "qismî bes" û ji sedî 38,3'yê wan jî "kêmasî" dîtine.   Sekreterê Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Sînan Gunduz   Ji sedî 42,5'ê perwerdekaran diyar kirin ku dibistan ne paqij in, ji sedî 42,1'ê wan jî diyar kirin ku dibistan bi qismî paqij in, ji sedî 22'yê wan diyar kirin ku dibistan ne germ in û ji sedî 33'yê wan jî gotin ku dibistan bi qismî germ in.   MOBBÎNG   Ji sedî 50’yê beşdarên mêr ên diyar kirin ku li qadên giştî rastî mobbingê nayên û ji sedî 34’ê jinan jî diyar kirin ku rastî mobbîngê tên.    Sekreterê Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Sînan Gunduz anketa hatiye çêkirin û pirsgirêkên di perwerdeyê de nirxandin.   Sînan Gunduz anî ziman ku ji bo pirsgirêkên di warê perwerdeyê de bi daneyên zanistî piştgirî bikin anketek çêkirine û got: “Bi rastî polên li Amedê ji bo perwerdeyê ne guncav in. Ev yek bi giranî bandoreke neyînî li perwerdehiyê dike. Pirseke din ev e: Ma hûn paqijiya dibistanan têr dibînin? Ev jî pir girîng e, bi taybetî jî ji ber zêdebûna nexweşiyên şewbê di van demên dawî de. Me dît ku encameke ku bandorek cidî li tenduristiya xebatkarên perwerdehiyê û xwendekaran dike."    Gunduz da zanîn ku ji sedî 34’ê jinan bersiva ‘Erê’ û ji sedî 50’yê mêran jî bersiva ‘Na’ dane pirsa "Mobbîng tê sepandin yan na."    Gunduz da zanîn ku bi bersivên ji bo pirsa "Tu der barê mobbîngê de çi qas xwedî agahî yî?" asta serwerxitiya di warê mobbîngê de fêm kirine.    ASÎMÎLASYON   Gunduz da zanîn ku ji bilî van kêmasiyan, li dibistanan pêkanînên olperestiyê yên tund rû didin û got ku bi taybetî projeya "Ez ji bo hawirdora xwe re hesas im, nirxên xwe diparêzim (ÇEDES)" bû sedema wêraniyeke mezin. Gunduz anî ziman ku desthilat bi van projeyan dixwaze qadên giştî bike qadên olî û got: “Di encama protokolên bi gelek terîqatan re hatine çêkirin. Bi vê dixwazin qadên giştî bikin qadên dînî. Dema vê dikin, dixwazin civakeke homojen ava bikin. Bi paşguhkirina nasname û baweriyên cuda yên etnîkî yên li Tirkiyeyê, hewl didin ku avahiyeke yekreng a bîrdozî ava bikin. Hem li Tirkiyeyê hem jî li herêma me yek ji pirsgirêkên herî mezin ev e. Navê projeyekê ÇEDES, navê ya din jî 'Zarokên DÎrokê Dinivîsin' e. Em wisa difikirin ku ev projeya ku ji aliyê terîqetan ve tê meşandin, ne li derî polîtîkayên di warê perwerdehiyê û asîmîlasyona li herêma me tê meşandin de ne."   Gunduz diyar kir ku ji bo pêşîgirtina li olperestî û asîmîlasyona perwerdehiyê dê têkoşîna wan bidome.