Xelata Tahir Elçî dan Dayikên Şemiyê 2024-01-21 09:28:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Xelata Mafên Mirovan û Azadiyê ya Tahir Elçî dan Dayikên Şemiyê.     2’yemîn Xelata Mafên Mirovan û Azadiyê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî duh bi toreneke li Enqereyê ji Dayikên Şemiyê re hate dayîn. Torena xelatê li Navenda Hunerên Hemdem a Taşdelenê hate lidarxistin û gelek kes tev li bûn.    Hevjîna Tahir Elçî û Parlamentera CHP’ê ya Stenbolê Turkan Elçî di merasîma vekirina torenê de de axivî. Elçî got ku Weqfa Tahir Elçî, Dayikên Şemiyê hêjayî xelata îsal dîtiye û girîngiya têkoşîna Dayikên Şemiyê vegot.    Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê Kemal Kiliçdaroglû xelat da Dayikên Aştiyê. Kiliçdaroglû di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna Dayikên Şemiyê û wiha got: “Weke mirov divê em tevek yek bi yek êşên Dayikên Şemiyê parve bikin. Herî zêde dayik dizanin bê ka ji bo dayikekê zarokên wan çiqas binirx in. A rast gelek tiştan naxwazin, tenê dixwazin cihê zarokên xwe hîn bibin. Dixwazin biçin ser gora wan û ji wan re duayan bikin. Cînayetên kiryarnediyar, ji bo dewletekê eyba herî mezin e. Divê dewlet xwe ji vê eybê xelas bike. Rêya vê jî têkoşîn e. Lewma têkoşîna Dayikên  Şemiyê têkoşîna mafan e.”