Gelê Botanê: Em dixwazin agahiyekê ji Îmraliyê bigirin 2024-01-22 09:01:24 ŞIRNEX - Welatiyên Cizîrê diyar kirin ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan fikarên wan zêde dike û wiha gotin: “Xew nakeve çavê me. Em rewşa birêz Ocalan mereq dikin û dixwazin agahiyekê ji Îmraliyê bigirin.”      Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, zêdetirî 34 meh in tu agahî nayên girtin. Li dijî tecrîdê girankirî ya li Îmraliyê bertek jî her ku diçin zêde dibin. Li dijî tecrîdê, girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de dest bi greva birçîbûnê kirin û greva birçîbûnê dê heta 15’ê sibata 2024’an bidome. Bi heman mebestê li gelek bajaran Nobeta Edaletê hate destpêkirin û nobet didome.    Delegeyên ku tev li pêşhilbijartina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Cizîr a Şirnexê bûn têkildarî tecrîdê axivîn û xwestin her kes dengê xwe bilind bike.    'BI ŞEV Û ROJ XEW NAKEVE ÇAVÊ MIN'   Ji welatiyan Emîn Dalmiş, diyar kir ku têkildarî jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan fikarên wan hene û got ku aştiyeke beyî wî pêkan nîne. Dalmiş, anî ziman ku ew dixwazin tecrîd bi dawî bibe û wiha domand: “Em hemû girêdayî fikr û felsefeya birêz Ocalan in. Heke ku Ocalan nebe em jî tune ne. Bi girankirina tecrîdê em dîl girtine. Ji ber tecrîda li Îmraliyê bi şev û roj xew nakeve çavên me. Divê tevahiya gelê kurd xwedî li birêz Ocalan derbikeve. Divê her çar parçe bibin yek da ku em bikarin tecrîdê bişikînin û agahî ji birêz Ocalan bigirin. Heke ku Apo bê berdan dê li vî welatî de pirsgirêkek nemînin. Mifteya aştiyê di destê birêz Ocalan de ye. Hebûna birêz Ocalan hebûna me ye. Heke azad bibe em tevek dê azad bibin.”    ‘LI DIJÎ TECRÎDÊ DIVÊ KU EM DAKEVIN KOLANAN'   Omer Yana jî bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de û wiha got: “Heta tecrîda li ser birêz Ocalan ranebe bo me jiyan nîne. Heta agahî jê neyên girtin, çareserî jî pêkan nîne. Em pey wî û doza wî ne. Heke bi wî re hevdîtin dest pê bikin dê aştî û biratî jî çêbibe. Heke em kurd tifaqa xwe çêbikin û bibin yek, dê birêz Ocalan jî azad bikin. Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye. Ji bo şikandina tecrîdê divê em dakevin kolanan û dengê xwe bilind bikin. Ji xeynî vê tu çareseriyên din nînin. Heke birêz Ocalan azad bibe em jî dê azad bibin.”   ‘DIVÊ KU HER KES GUH BIDE DAXWAZÊN GIRTIYAN'   Ji jinan Sidika Erden bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û got ku xwedîderketina li daxwazên girtiyan erka her kesên demokrasîxwaz e. Erden, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê tecrîda li ser birêz Ocalan demildest bê rakirin. Zarokên me bi roja ye li dijî vê tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Divê daxwazên wan bên qebûlkirin û tecrîd bi dawî bibe. Divê tevahiya gelê kurd xwedî li van daxwazan derkeve. Aştî û azadiyê dixwazin. Naxwazin gerîla û leşker bimirin. Divê her kes li daxwazên wan guhdar be. Agahînegirtina ji birêz Ocalan aloziya heyî kûrtir dike. Heke tecrîd rabe dê çareseriyek ji bo vî şerî çêbibe. Mifteya çareseriyê Îmrali ye û divê ew derî bên vekirin.”    ‘EW AZAD NEBE EM JÎ AZAD NÎNIN’   Têkildarî mijarê Ayşe Avşar jî bi lêv kir ku ew dixwazin tecrîd bê rakirin û wiha bang kir: “Em dixwazin ku êdî agahiyek ji Apo bê girtin. Bila Apoyê me bê berdan û aramî çêbibe. Banga min ji gelê kurd re ew e ku destê xwe bidin hev û Apo azad bikin. Heke deriyê Îmraliyê vebû dê deriyê hemû zindanan jî vebe. Dema Apo azad bû dê her kes azad bibe. Heta ew azad nebe em jî azad nîni.”    'TIFAQIYA ME HEBE EM Ê BIKARIBIN DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEKIN'   Ji welatiyan Omer Kuçuk jî bal kişand li ser tifaqiya gelê kurd û diyar kir ku bêtifaqî tecrîdê girantir dike. Kuçuk, axaftina xwe wiha qedand: “Dema ku bi Apo re hevdîtin destpêkirin dê aştî jî çêbibe. Em aştiyê dixwazin û navnîşana wê jî Îmraliye. Ev bi salane ku em tu agahiyan ji birêz Ocalan nastînin û em rewşa wî mereq dikin. Heke ku ew nakokî û bêtifaqiya di nava gelê kurd de bi dawî bibe, em ê bikaribin deriyê Îmraliyê jî vekin. Her tişt li ser tifaqiya me ye. Dema ku dengek ji Îmraliyê hat wê demê em ê bikaribin behsa aştiyeke mayînde bikin.”   MA / Zeynep Durgut - Omer Akin