Qeyûmê Amedê gelek neguhêzbar dewr kirin 2024-01-22 09:13:35   AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê, beriya hilbijartinê gelek neguhêzbarên aydê şaredariyê dewrî Miduriyeta Perwerdehiyê û xezîneyê kir   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya di bin rêveberiya qeyûman de beriya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê gelek neguhêzbar dewr kirin. Bi biryara di 10’ê çileyê de Mala Zanînê ya Alî Emîrî, Mala Zanînê ya Navendî, Lîseya Akademiyê ya Şehît Alî Gaffar Okan, Kafeya Pirtûkan a Temaparkê, Parka Kardeşlîkê û Kafeya Pirtûkan a Qada Kentê dewrî Miduriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr hatin kirin.    Di biryara hatiye wergirtin de gotinên “Ji bo ku xwendekarên me bibin xwedî qadên xebatê yên dersan, ji bo xwendekarên me hînî xwendina pirtûkan bibin û ji cih û hînbûyînên bizirar bên parastin û asta wan a akademîk were bilindkirin, ji bo kursiyerên di qursên ji aliyê Navendên Perwerdehiyê yên Gel ve hatine vekirin de qeydkirî ne bi bandortir sûdê bigirin” weke hincet hatin nîşandan.    Di biryarê de hate diyarkirin ku neguhêzbar ji bo 25 salan hatine dewrkirin.    BÊBERDEL DEWRÎ MALIYEYÊ HATE KIRIN    Rêveberiya qeyûm, di 9’ê çileyê de neguhêzbara li ser parsela bi hejmara 275 a girava 0 ku li Taxa Alîpinar a navçeya Rêzanê ye bêberdel dewrî Xezîneya Maliyeyê kir.    MA / Mujdat Can