Gardiyanan 6 girtiyên ku silav dan hevalên xwe derb kirin 2024-01-22 14:42:35   AMED - Gardiyanan li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 a Amedê 6 girtiyên ku silav dan hevalên xwe derb kirin.    Gardiyanan li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 a Amedê, di 15'ê Çile de 6 girtiyên ku piştî hevdîtina bi malbatan re silav dan hevalên xwe derb kirin. 50 gardiyan û midûrê yekemîn ê girtîgehê êrîşî 6 girtiyan kirin û ew derb kirin. Girtî Huseyin Karahan, Ramazan Yilmaz, Burhan Taş û Xemgin Eleftos ku gardiyanan ew derb kirin, agahî dan malbatên xwe.    Mustafa Karahan ku bi birayê xwe yê girtî Huseyin Karahan re hevdîtin kir, anî ziman ku piştî hevdîtina vekirî, dema vedigeriyan odeyên xwe, Burhan silav daye hevalekî din û piştî wê gardiyanan êrîşî wan kirine. Karahan anî ziman ku midûrê yekemîn û duyemîn ên girtîgehê jî tev li gardiyanan êrîşî wan kirin û êrîşek bi plan bû.    Mustafa Karahan, anî ziman ku ev êrîş bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha got: "Niha girtî di gireva birçîbûnê de ne. Gelek mafên wan ji destê wan hatiye girtin. Ji xwe di nava 4 dîwaran de ne. Divê her kes li girtiyan xwedî derkevin û vê yekê qebûl nekin."