Namzeta jin a Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû 2024-01-22 19:10:56   AMED- Serra Bûcak bû namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya DEM Partiyê. Ji bo diyarkirina namzetê mêr jî, dê tûra duyan a pêşhilbijartinê sibê bê lidarxistin.    Serra Bûcak bû namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Ji bo diyarkirina namzetê mêr jî, dê tûra duyan a pêşhilbijartinê sibê bê lidarxistin.    Ji ber ku namzetên mêr ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji sedî 50+1 deng negirtin, dê delege sibê ji bo bernamzet Garîp Kandemîr û Dogan Hatûn careke din biçin ser sindoqê.    NAVENDÊN KU DÊ PÊŞHILBIJARTIN LÊ BÊ LIDARXISTIN   Yenîşehîr: Kaplan Düğün Salonu (Îstasyon)   Sûr: Nilgün Düğün Salonu   Rezan: Şölen Düğün Salonu   Peyas: Kaplan City (Manolya Salon Gaziler)   Li her sê navçeyên din jî dê pêşhilbijartin li avahiyên DEM Partiyê bê lidarxistin.