ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2024'AN 2024-01-23 09:00:13   * Rojnameger Ferhat Çîftçî yê nexweş ku piştî 13 salan girtî ma û serbest hat berdan, diyar kir ku pirsgirêkên girtiyên nexweş gelek zêde ne û girtiyên nexweş nayên dermankirin.    * Şevket Taş, birayê Zeynel Taşê ku dema Şaredarê Hewagê bû hat girtin û niha di Girtîgeha Yozgatê de, anî ziman ku ji ber ku birayê w di girtîgeheke dûrî wan de ye, dayika wî sal û nîveke birayê wî nedîtiye û got ku ev yek berdewamiya polîtikaya "Bila kurd dayika xwe nebîne" bi xwe ye.    * Aktîvîsta TJA'yê ya di greva birçîbûnê de Zelal Bîlgîn, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çareseriya herî rast daniye holê û got: "Dema vîna bi mîlyonan kesî dîl girtî be, ma mirov dikare behsa çareseriyê bike?"   * Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Ayşe Taşçiyê bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da û bang li gelê kurd kir ku li dijî tecrîdê li ber xwe bidin.   *  Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû diyar kir ku bi biryareke amade re dema rewşa wê ya girtî hatiye dirêjkirin û wiha got: “Em ê dîsa gotina xwe bikin, tiştên ne xuyayî bidin xuyakirin û yên nehatine nivîsandin binivîsin.”    * DEM Partî ji bo namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Amedê diyar bike dê li 17 navçeyan pêşhilbijartinê li dar bixe. (09.00-17.00)    * Nobeta Edaletê ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, li gelek bajaran berdewam dike. (11.00-17.00)   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê di Komcivîna Meclisê ya partiya xwe de geşedanên di rojevê de binirxîne. (12.45) ZINDÎ     * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê rapora têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Herêma Marmarayê amade kiriye dê li avahiya xwe aşkere bike. (13.00)