Ji Sêrtê li dijî tecrîdê banga berxwedanê 2024-01-23 09:03:19   SÊRT - Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Ayşe Taşçi bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da û bang li gelê kurd kir ku li dijî tecrîdê li ber xwe bidin.   Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin, 34 meh in tu xeber nayê girtin. Li dijî berdewamkirina tecrîda li Îmraliyê di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” kampanyayek hat destpêkirin. Girtiyên li girtîgehan jî di çarçoveya kampanyayê de bi heman daxwazê di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kirin. Malbatên girtiyên ku wê çalakiya xwe heta 15’ê Sibatê bidomînin, li gelek bajaran dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin.   Hevseroka Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ya Sêrtê Aslihan Çepra û endama Meclisa Dayikên Aştiyê Ayşe Taşçi banga berfirehkirina kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" kirin û gotin ku divê kurd li dijî tecrîdê rabin.    BERXWEDANA MALBATAN    Çepra diyar kir ku bi tecrîdê re peymanên neteweyî û navneteweyî hatine paşguhkirin û dosyeya sûcan a desthilatê ya ku tecrîdê kûrtir dike stûrtir kiriye. Çepra, anî ziman ku divê dawî li pêkanînên li girtîgehan tên kirin bên û got: “Berxwedana bi pêşengiya dayikan, di wesfê bersiva ji bo bêdengiyê ye. Hemû mafên girtiyan ên li girtîgehan, hatine desteserkirin. Kesên ku cezayê wan bi dawî bûne nayên berdan. Di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Nameyên wan tên desteserkirin. Heta qaxez û pênûsên wan jî tên desteserkirin. Pêkanînên kêfî pir zêde ne."    ‘EV GEL DIVÊ XWEDÎ LI GIRTIYAN DERKEVE'   Çepra, destnîşan kir ku dermanê tirsê berxwedan e û wiha domand: "Divê ev gel xwedî li girtiyan derkeve. Ev tirs dê heta kengî berdewam bike? Em piştgiriyê bidin birêz Ocalan û girtiyan. Em piştgiriyê bidin berxwedana wan. Ji bilî berxwedanê tu çareya me nemaye. Heke em li ber xwe bidin wê ev zilm bi dawî bibe. Dê daxwazên me pêk bên. Divê gelê Sêrtê jî erka xwe pêk bîne."   ‘KURD DIVÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ LI BER XWE BIDIN'   Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê Ayşe Taşçi jî diyar kir ku 25 sal in Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êdî bes e, êdî bes e, êdî bes e ji vê bêdengiyê re. Em ê heta kengî bêdeng bimînin? Cenazeyên zarokên van mirovan ji girtîgehan derdikevin. Ev demeke dirêj e tu xeber ji birêz Ocalan nayê. Ez nikarim vê rihetiyê fêm nakim. Kesê ku gelê kurd ronî bike rastî çewisandineke wiha tê û li hemberî vê zilmê bertek nayê dayîn. Ev, ne li gorî vî gelî ye. Birêz Ocalan kurdbûna me û hebûna me anî bîra me. Niha bi zordestiyeke mezin re rû bi rû ye, lê berxwedaneke bi qasî têkoşîna wî nîn e. Divê kurd li her derê li ber xwe bidin. Rabin, êdî bes e, bes e, êdî bes e."   Taşçi diyar kir ku divê xwedî li çalakiyên li girtîgehan ên li dijî zext û zordariyê bê derketin û got: "Ji bilî berxwedanê tu çareyên me nînin."   MA / Fethî Balaman