Bîlgîn a di greva birçîbûnê de: Dema vîna bi milyonan kesî girtî be mirov dê behsa kîjan çareseriyê bike? 2024-01-23 09:20:38 ENQERE - Aktîvîsta TJA'yê ya di greva birçîbûnê de Zelal Bîlgîn, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çareseriya herî rast daniye holê û got: "Dema vîna bi mîlyonan kesî dîl girtî be, ma mirov dikare behsa çareseriyê bike?" Çalakiya greva birçîbûnê ya li gelek girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ku di 27’ê Mijdara 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji bo çareserkirina meseleya kurd hat destpêkirin, di roja 58’an de berdewam dike. Her wiha li Amed, Edene, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê bi hezaran Dayikên Aştiyê û welatî jî bi heman daxwazê çalakiya Nobeda Edaletê didomînin.   Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn ku yek ji van girtiyan e û ketiye greva birçîbûnê û niha di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de ye, pirsên me yên têkildarî greva birçîbûnê bersivandin.      Bîlgînê da zanîn ku li girtîgeha ku lê tê girtin û li girtîgehên bi tîpên Y û S bi temamî tecrîd heye. Bîlgînê anî ziman ku îşkenceya derûnî, civakî, fizîkî û çandî jî heye û got ku girtîgeh veguherîne "kampên esîran". Bîlgînê diyar kir ku bi greva birçîbûnê re ev rewşên ku ew wekî polîtîk pênase dike girantir bûne. Bîlgînê bilêv kir ku tevî vê yekê jî moral û motîvasyona wan hîn geştir bûye û grev bi coş derbas dibin û wiha ragihand: “Em hev, di heqîqeta armancê de tên cem hev. Em ruhê xwe bi azweriya azadiyê têr dikin. Em li dijî feraseta faşîst a ku dixwaze vê azweriyê tune bike û her rewşê vediguherîne firsendeke êrişê, têdikoşin."   ‘GAVA NIKARIN SABOTE BIKIN DERIYÊN KILÎT DIKIN Û DIÇIN'   Bîlgînê diyar kir ku piştî wan dest bi grevê kiriye, her roj midûrê girtîgehê, gardiyan û derûnas jî di nav de gelek kes tên qawîşên ku girtî lê dimînin. Bîlgînê ragihand ku ev rewş sepaneke “taybet” e. Bîlgînê da zanîn ku ev kesên ku tên qawîşê ji girtiyên ku ketine grevê re dibêjin "Hûn pir jar bûne”, “Eger ez bûma min ê xwarin bixwara", “Gelo ez jî têkevimê ez jar bibim?", "Ma ê çi bibe, dest jê berdin" û "Daxwazek te ji me heye?" û bi vî awayî dixwazin grevê sabote û pûç bikin. Bîlgînê wiha domand: “Armanca wan ew e ku çalakiyê bêwate bikin û îradeyê bi şerê derûnî bişkînin. Dema em armanc û daxwaza grevên birçîbûnê rave dikin, dibêjin 'ev zêdeyî qeweta me ne' û deriyên sê quflî li ser me kilît dikin û diçin."    BERSIV: BERXWEDAN   Bîlgînê da zanîn ku daxwazên wan her kesî eleqedar dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “A rast, her kes dikare tiştinan bike. Dikarin bi redkirina unsûrên vê pergalê dest pê bikin. Lê ji dêvla vê radibin dibin koleyê pergalê. Ji bo vê pêvajoyê xera bikin, li hin girtîgehan vîtamînan û lazmatiyên wekî şekir û xwê nayên dayîn. Armanc ew e ku pêvajoyê girantir bikin, hem ceza bikin hem jî bêvîniyê birêxistin bikin. Her çi qas dizanin ku ew ê bi ser nekevin jî, dev ji van hewldanan bernadin. Hemû netewe, gel û zindan bûn şahidê berxwedaneke saloqat didome."    ‘RUHÊ BERXWEDANA ZINDANA AMEDÊ'   Bîlgînê anî ziman ku li dijî neheqiyên li wan tên kirin bi her rê û rêbazan li ber xwe didin û wiha lê zêde kir: “Grevên birçîbûnê jî yek ji wan e. Ev ruhê berxwedana mezin a ku piştî darbeya 80’yî ya ku bi polîtîkayên qirkirin û înkarkirinê bi tundî dihatin meşandin, ruhê xwe ji berxwedana li zindana Amedê girtiye. Hêvî û baweriya giyanên fedaî yên grevên birçîbûnê yên sala 2018’an, hildigire. Ev ne rewşa birçîbûnê ye. Ev, daxwaza têrbûnê ya di nebûna heqîqetê ye."    Bîlgînê da xuyakirin ku polîtîkayên înkar, qirkirin û asîmîlasyonê sed sal in di meriyetê de ne, lê çareseriya herî zelal û realîst a vê yekê ji aliyê Rêberê PKK'ê ve hatiye dayîn û wiha pê de çû: "Bi perspektîfa Modernîteya Demokratîk, ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên bindest û tune tên hesibandin rêya jiyana bi hev re û aştiyane danî holê. Gelê Tirkiyeyê bûn şahidê hin gavan ku di pêvajoya muzakereya di sala 2013'an de hatin avêtin û biryardayîna ji bo çareseriyê û aştiyê dîtin."    Bîlgînê ragihand ku gelê kurd Rêberê PKK'ê wekî vîna xwe dibîne û Rêberê PKK'ê ji aliyê gelên cîhanê ve hatiye qebûlkirin û wiha got: “Bi milyonan kes bi îmzeyên xwe diyar kirin ku birêz Abdullah Ocalan vîna wan e. Dema ku vîna bi milyonan kesî dîlgirtî be, nexwe em ê karibin behsa kîjan çareseriyê bikin? Yê dîlgirtî tenê ne birêz Abdullah Ocalan e. Mesele ne tenê girtina rêberekî ye. Ziman, çand, erdnîgarî û gelê kurd e. Bi hev re dîl hatine girtin. Ji ber vê yekê ye, lê bi sedan girtîgehan ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a meseleya kurd grevên birçîbûnê didomin û bi vê re li 74 welatan bi heman dirûşmeyê çalakî tên lidarxistin. Bi vê re hêviya gelan a ji bo azadiyê xurt dibe."    BANGAWAZÎ: EM BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN   Bîlgînê di dawiyê de bang kir ku xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê kurd û gelên me yên qedîm ên li dijî qirkirin û înkarkirinê serî rakirine, wê bersiva herî zelal bidin vê pêvajoyê. Di serî de li dijî gelê kurd û jinan, bi giştî jî li dijî muxalif, çepgirt-sosyalîst, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanan êriş zêde dibin. Bi binçavkirin û girtinê gef tên xwarin û bi van gefan hewl didin hemû civakê lal bikin û bêçalak bikin. Dixwazin bi nêzîkatiyeke tekparêz, netewperest û faşîst pergaleke dîndar û kîndar ava bikin. Ne mimkûn e ku derdorên cihêreng di pergaleke wiha de nefesê bistînin. Li hemberî vê yekê dengek ji zindanan bilind dibe. Lewma ez bang li hemû gelê me û derdorên muxalif dikim ku bibin dengê zindanan û li dijî faşîzmê eniya şorşegeriyê xurt bikin. Ev zext dê bi azadiya birêz Abdullah Ocalan û bi çareserkirina meseleya kurd bê şikandin. Ji bîr nekin heke em li derve negihin hev, em ê li hundir bên cemhev."