Li Amedê dayikek a 83 salî hate binçavkirin 2024-01-23 13:12:58   AMED - Di encama serdegirtinên malan ên li Amedê de Sidika Suleymanoglû ya 83 salî hate binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Çanakkaleyê de îro li Amedê bi ser malan de hate girtin. Di encama serdegirtina malan a li navçeya Rezan a Amedê de welatiya 83 salî Sidika Suleymanoglû û bûka wê Netîce Suleymanoglû (53) hatin binçavkirin. Hat zanîn ku kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Sûrê.    Hat diyarkirin ku polîsan di heman demê de bi ser mala malbatê ya li gundê Cirnokî yê navçeya Hezroyê de jî girtine.