Serokê MÎT’ê Kalin çû serdana Bexdayê 2024-01-23 15:57:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin li Bexdayê bi Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd re hevdîtin kir.    Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin û şandeya pê re duh çûn paytexta Iraqê Bexdayê û hevdîtin kirin. Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd û Serokê MÎT’ê Kalin li Ofîsa Serokkomariyê hatin gel hev.    Hat zanîn ku di hevdîtinê de Reşîd ji Kalin re got ku ew êrişên li dijî xaka Iraqê red dikin û ev êriş dibin sedema bêîstiqrariya Iraqê.    Her wiha hat gotin ku di hevdîtinê de êrişên dewleta tirk ên li Herêma Federe ya Kurdistanê jî hatine nîqaşkirin.