Bi çalakiya grevê piştgirî dan Nobeta Edaletê 2024-01-23 16:45:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran Nobeta Edaletê berdewam dike. Rêveberên Rêxistina ESP’a Stenbolê bi armanca piştevaniya nobetê ji bo 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin.    MÊRDÎN    Nobetê Edaletê ya di avahiyê DBP’a Mêrdînê de berdawam dike. Nobeta ku Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan dane destpêkirin, bi serdana Rêxistina DEM Partiyê ya Dêrikê û gelek welatiyan dom kir. Ji Dayikên Aştiyê, Kadriye Akar destnîşan kir ku ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne û wiha axivî: “Em dixwazin zarokên me yên di girtîgehan de tên ragirtin, werin berdan. Ma dê heya kengî wiha be? Em dixwazin Serokê xwe ji girtîgehê derxînin. Em ji vê derê silavên xwe dişinîn Îmraliyê. Em dest bidin hev û vê bêrûmetiyê qebûl nekin.”   STENBOL    Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ve hatiye destpêkirin, li avahiya Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sancaktepeyê berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Ji bo jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) û Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) serdana Nobeta Edaletê kirin.     Di nobetê de li ser navê Rêxistina ESP’a Stenbolê Zuleyha Muldur axivî. Muldur, tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bîr xist û diyar kir ku ev yek polîtîkaya şerê taybet e. Muldur, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê belavî girtîgehên din bûye û wiha got: “Tevî van hemû êrişan girtiyên şoreşger ên tên tecrîdkirin têkoşînê mezin dikin.”   ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA JI BO 3 ROJAN    Muldur, destnîşan kir ku ji bo tecrîd were rakirin divê li derve piştevanî were mezinkirin û wiha berdeam kir: “Em weke Rêxistina ESP’ê ya Bajêr ji vir radigihînin ku ji bo li dijî îşkenceya tecrîdê piştevaniyê mezin bikin ji bo 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê didin dest pê kirin. Em hemû çepgirên kedkar û gelê xwe vedixwînin ku li dijî neberdana girtiyan, sirgunan, qedexeyên weşanan û îşkenceya tecrîdê piştevaniyê mezin bikin, serdana nobetên edaletê bikin û têkoşînê bilind bikin.”   ‘EM TECRÎDÊ RAKIN AŞTIYÊ AVA BIKIN’    Hevseroka DAD’ê ya Giştî Kadriye Dogan jî diyar kir ku weke sazî her tim li cem çalakvanên Nobeta Edaletê ne û wiha got: “Canên hêja heke di civakekê de edalet ji holê rabibe, ne pêkan e ku mirov behsa hebûna rewa ya wê civakê bike. Em dibînin ku îro li Tirkiyeyê hiqûq hatiye binpêkirin. Civak di bin tecrîdê de ye. Belê tecrîd ji giravê dest pê dike û belavî her derê bûye. Ji ber wê yekê em tecrîdê rakin, aştiyê ava bikin. Em radigihînin ku em li cem dayikên hêja yên dibêjin em rêya aştiyê vekin, peyamên ciwanên li zindanan li ber xwe didin digirin û wan civakî dikin in.”   ‘GUH BIDIN DENGÊ DAYIKAN’    Dogan bang li hemû civakê kir û wiha got: “Bila bên guh bidin vî dengî. Ji ber ku deng gelekî hêja ye. Ev deng, dengê wijdan, jin û dayikê ye. Heke dayik tiştekî bibêje divê were bicihanîn. Heke guhê xwe ji gotinên dayikê re bigirin, pêşeroja vî welatî nabe. Em neçar in guh bidin dengê dayikan. Dil û guhê me li cem dayikan e.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya rêveberên ESP’ê dê bi çalakiya nobetê re 3 rojan berdewam bike.    WAN    Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya DBP’a Wanê hatiye destpêkirin di roja 50’yan de berdewam kir. Nûnerên partiyên siyasî yên navçeyên Şax û Mîksê û gelek kesan serdana nobetê kirin.    Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.