Demîrtaş li Amedê serdana dayika xwe ya nexweş kir 2024-01-23 22:03:46 AMED - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê girtî ku ji bo dayika wî Sadiye Demîrtaş a di lênêrîna awarte de tê tedawîkirin anîn Amedê, li vir serdana dayika xwe kir. Dayîka Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş, Sadiye Demîrtaş ji ber ku rewşa wê giran bû rakirin nexweşxaneyeke taybet a Amedê. Hat zanîn ku Sadiye Demîrtaş a piştî demekê tedawî didît, rakirin beşa lênêrîna awarte. Piştî vê yekê Selahattîn Demîrtaş ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Edîrneyê tê ragirtin, ji bo dayika xwe bibîne serî li rêveberiya girtîgehê da û rêveberiya girtîgehê daxwaza wî qebûl kir. Demîrtaş, li ser vê yekê bi balafireke taybet anîn Amedê û dayika xwe dît.    Demîrtaş, di bin dorpêçeke zêde ya polîsan de anîn nexweşxaneyê. Piştî Demîrtaş dayika xwe dît, li wesayîta zirxî hat siwarkirin û bi konvoyeke wesayîtên zirxî û wesayîtên sivîl ên polîsan ji nexweşxaneyê hat derxistin. Lê nehate zanîn ku Demîrtaş birin ku derê.