ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-24 09:00:05     * Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû bal kişand ser rewşa Abdullah Ocalan û got: “Cîhan hemû Abdullah Ocalan dişopîne û fikrên wî dipejirîne. Divê Ocalan bigihêje azadiya xwe.”   * Hatîce Înal ku bi salan e bi çêkirin û firotina qehweya kizwana debara xwe dike, anî ziman ku ji ber darbirîna li herêmê îsal kizwan kêm bûne û got: "Kizwan nebateke bi şîfa ye. Bi salan e ez vê şîfayê li gel belav dikim."    * 30 sal in rêya gundê Bafê yê navçeya Hezexê nayên çêkirin. Şêniyên gund gotin ku ji ber ku ew raya xwe nadin AKP'ê rêya wan nayên çêkirin.    * Serokê HADEP'ê yê Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê wê Ebûbekir Denîz 23 sal berê li Silopiyayê hatin windakirin. Dayikên wan gotin: "23 sal derbas bûn, lê êşa wan kêm nebe û her diçe mezintir û dijwartir dibe. Dema bi ser windakirina wan re 10 sal jî derbas bûn hêviya min hebû ku rojekê bên. Lê piştî ev qas sal derbas bûn, hêviya min jî bi wan re mir û winda bû."   * Derhênerê lîstika bi navê “Qral û Travîs” Yakûp Selîmoglû ku Qeymeqamtiya Panosê nehişt were lîstin, destnîşan kir ku ew ê li dijî qedekirinan, ji bo pêşxistina hunera kurdî hilberînên xwe bidomînin.    * Girtiya siyasî Saadet Akin a ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketiye greva bîrçîbûnê wiha got: “Em li dora Ocalan bibin xelek, ji ber wek gel û mirovahî pêdiviya me bi şewq û roniya Ocalan heye.”   * Nobeta Edaletê ku bî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin li gelek bajaran didome. (11.00-17.00)   * 4’emîn danişîna doza Muhammed Eren Sutçu ku ji ber êrişa li dijî avahiya HDP’a Bahçelîevler a Stenbolê tê darizandin dê li 18’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoyê bê lidarxistin. (13.30)