Qeyûmê Amedê dest bi hilweşandina Taxa Fabrîkayê kir 2024-01-24 12:32:44 AMED - Qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye tayînkirin, dest bi hilweşandina Taxa Fabrîkayê kir. Tax, ji hêla polîs û zabiteyan ve hatiye dorpêçkirin.    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, li Taxa Fabrîkayê ya navçeya Bajarê Nû ji bo 20 malên aydê 18 welatiyan biryara îstîmlaqkirin û hilweşandinê da. Encamek ji têkoşîna hiqûqî ya şêniyên taxê derneket. Di saetên serê sibehê de li gel zabite û polîsan, makîneyên kar li taxê hatin veguhestin. Welatî bi darê zorê ji malan hatin derxistin û piştre jî hilweşandin dest pê kir.    Polîs û zabiteyên ku tax dorpêç kirin, ketin û derketina taxê qedexe kirine.