DEM Partiyê bernamzetên xwe yên Tarsusê da naskirin 2024-01-24 16:16:29 MÊRSÎN - DEM Partiyê bernamzetên xwe yên ji bo Şaredariya Tarsusê û endamên meclisê da naskirin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Navçeya Tarsus a Mêrsînê, li eywaneke dawetan a li Taxa Altaylilar a navçeyê bi şahiyekê bernamzetên xwe yên şaredariyê da naskirin. Hevserokên DEM Parrtiyê yên Mêrsînê Berdriye Kuş û Reşat Aşan, namzetên Şaredariya Akdenîzê Nûriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û gelek welatî tev li şahiyê bûn.    Di çalakiyê de ji ewil bernamzetên şaredarî û meclisa şaredariyê hatin danasîn. Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Tarsusê Fuat Yaman axivî. Yaman, bal kişand ser zext, binçavkirin û girtinan û got ku piştevanî hêz dide wan.    ‘JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ BI ABDULLAH OCALAN RE HEVDÎTIN BÊN KIRIN’    Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan jî ji ewil girtiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd dest bi greva birçîbûnê kirine silav kir û wiha domand: “Çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, bi rakirina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan pêkan e. Ji bo vê jî têkoşîn pêwîst e. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin.”    Nametên DEM Partiyê yên Şaredariya Akdenîzê Nûriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz jî gotin ku di bingeha hemû pirsgirêkên li welêt de tecrîda li Îmraliyê heye û ji bo azadiya Abdullah Ocalan bal kişandin ser têkoşîna civakî.    Çalakî, bi gerandina govendê bi dawî bû.