Nivîskarê girtî Çeper: Zext zêde bûn 2024-01-24 16:17:47 ENQERE - Nivîskarê girtî Ramazan Çeper ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin diyar kir ku piştî çalakiya greva birçîbûnê, zextên li ser wan hatine zêdekirin.    Nivîskarê girtî Ramazan Çeper ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û binpêkirinên li girtîgehê vegot. Çeper, da zanîn ku piştî çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan hatiye destpêkirin, sepanên keyfî û derhiqûqî yên li dijî girtiyan zêde bûne û tiştên dijîn jî weke dermirovatî pênase kir.    TÊN DERBKIRIN   Bi domdarî Çeper ev agahî parve kir: “Bi awayekî sîstematîk bi ser qawîşan de digirin. Bêyî ku hincetekî nîşan bidin, qawîşên girtiyan tên guherandin. Girtiyên ku li dijî van derdikevin jî tên derbkirin. Dema qawîşên me diguherînin, destûrê nadin ku em tiştên xwe kom bikin. Dest danin ser nivîsên me. Îro qawîşa min jî bi darê zorê guherandin. Dema qawîşa min guherandin jî destên min ji pişt ve kelemçe kirin. Li ser destê min ê rastê şop çêbûn. Girtiyên di heman qawîşê de bi zanebûn dişînin qawîşên cuda. Dixwazin peywendiya girtiyan a bi hev re qut bikin. Her qawîşekê dişînin bloqeke cuda. Di dema hevdîtin û telefonan de jî gardiyan provokasyonan dikin. Dema ji hevdîtina dawî vegeriyayîm hatim derbkirin. Kulm li singê min dan.”   BANG KIR   Çeper, bang li hiqûqnasan kir û xwest ku parêzer li dijî van binpêkirinan bi girtiyan re hevdîtinan bikin û serî li rêyên hiqûqî bidin. Çeper, got ku dê ev zext nekarin vîna wan bişikînin û da zanîn ku heta tecrîd tê şikandin dê çalakiya wan bidome.