Daxwaza ji bo girtin Sutçu yê êrişî HDP'ê kir hat redkirin 2024-01-24 19:16:05       STENBOL – Heyeta dadgehê ku daxwaza ji bo berndan Mûhammed Eren Sutçu yê bi kêr û çekê êriş biribû ser avahiya HDP'ê ya Bahçelîevlerê red kir, dozê taloq kir.    Di 28'ê Kanûna 2021'ê de Mûhammed Eren Sutçu bi kêr û çekê êriş biribû ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bahçelîevler a Stenbolê. 4'emîn danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 18'an a Bakirkoyê hat lidarxistin.   Sutçu û parêzerê xwe û endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Ferdî Yamar, Pinar Konak û Eylem Arzû Kayaoglû tev li danişînê bûn. Şahid Mûrat Vûral jî ji Trabzonê bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû.    Di danişînê de bersûc Sutçu îfadeyên xwe yên berê dubare kirin û her wiha îdia kir ku armanceke wî ya ku zirarê bide kesekî tune ye. Parêzerê wî Sercan Serez jî bilêv kir ku keysa kuştinê di destê Sutçu de hebûye lê tiştekî wiha nekiriye û doza beraetê kir.    Endamên OHD'ê parêzer Yamar, Konak û Kayaoglûyê jî parastineke hevpar kirin. Parêzeran xwestin li gel "gefxwarina bi çekê", "heqaret" û "hewldana birîndarkirina bi çekê", "binpêkirina azadiya kes" jî li îdianameyê bê zêdekirin. Parêzeran bilêv kirin ku bi awayekî negirtî darizandina bersûc li dijî usûlê ye û xwestin Sutçu bi awayekî girtî û bi sûcê "qesda kuştinê" bê darizandin.    Heyeta dadgehê ku biryara xwe eşkere kir, daxwaza parêzer Yamar, Konak û Kayaoglûyê ya ji bo girtinê red kir û biryar da ku şertê kontrolkirina edlî ya der barê Sutçu de bidome.    Dadgehê dozê taloqî 13'ê Hezîranê kir.