Di hilbijartina gel de daxwaza 'azadî ji Abdullah Ocalan re' 2024-01-25 09:00:54 AMED - Delegeyên tev li hilbijartina gel bûn, anîn ziman ku ew fikrên Ocalan dipejirînin û xwestin ku Ocalan azad bibe.  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina namzetên hevşaredariyê yên ji bo hilbijartin herêmî ya 31'ê adarê li bi dehan navendan hilbijartina gel li dar xist. Hilbijartina gel a li Amedê jî duh na pêr bi dawî bû. Li bajêr, bi hezaran delege ji bo ku dengên xwe bi kar bînin, çûn ser sindoqan.    DELEGE KÊFXWEŞ BÛN   Ji delegeyan Abdulazîz Acer destnîşan kir ku biryara pêşhilbijartina gel di cih de ye. Acer da zanîn ku ji bo ku demokrasî pêş bikeve hêj gelek tiştên ku divê bên kirin hene û wiha axivî: “Abdullah Ocalan berî bi salan şêwaza reveberiyên xwecihî pêşniyaz kiribû. Lê belê partiya me vê yekê bi derengî xist meriyetê. Divê gel û siyaseta kurd, birêz Ocalan fêm bike. Biryara partiya me ya pêşhilbijartinê di cih de ye.”    ‘PÊŞNIYAZA ABDULLAH OCALAN E’   Seyda Arkan destnîşan kir ku biryara pêşhilbijartinê ya hatiye dayîn yek ji encama mîrateya siyaseta kurdan e û ev tişt gotin: “Rêberê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan ev pergal pêşniyaz kiribû. Demokrasiyeke xurt, xwe bi xwe birêvebirin û xwenasîn bi rêveberiyên xurt ên xwecihî çêdibe. Lidarxistina van hilbijartinan pîroz e.”   BANGA ‘AZADIYA OCALAN’   Ji delegeyan Menîce Akbaşê jî bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Abdullah Ocalan ji bo gel canê xwe feda dike. Divê em jî bêyî ku bêjin zarok, ciwan, jin û pîr ji bo azadiya wî têbikoşin. Bêyî azadiya birez Ocalan, tu kurd nikare bêje ku ‘ez azad im’. Azadiya me nasnameya me ye û ev nasname jî birêz Ocalan e.”   Hatûn Dundar a ji pêşhilbijartina gel keyfxweşiya xwe bi lêv kir ev tişt anî ziman: “A rastî ev fikr, fikra birêz Ocalan e. Gel fikrên wî esas digire û pêk tîne. Divê em li ziman û çanda xwe xwedî derkevin. Heta ku birêz Ocalan azad nebe, dê tu pirsgirêk neyên çareserkirin.”    Servet Dundaralp da zanîn ku ew ê her tim li pey DEM Partiyê bin û got: “Ma ev zilm dê heya qiyametê bidome? Êdî bes e. Divê Ocalan demildest azad be û ji bo azadiya wî divê gelê kurd hişyar bibe. Divê em heya dilopa xwîna xwe ya dawî têbikoşin.”    ‘EM Ê LI DIJÎ QEYÛMAN BÊDENG NEMÎNIN’   Çerkez Gozen jî got ku “Ne dema bêdengiyê ye” û diyar kir ku divê ji bo demokrasiyê têkoşîn were dayîn. Gozen bi lêv kir ku pêşhilbijartina gel tê wateya “dersa demokrasiyê” û wiha derbirî: “Feraseta qeyûm bi xwe feraseteke faşîzane ye. Di heman demê de feraseteke tarî ye. Ew me nas nekin, em jî wan nas nakin.”    Veysî Nazlier jî anî ziman ku ew ê li dijî qeyûman bêdeng nemînin û got: “Ew çiqas qeyûman tayînî şaredariyan bikin, bila bikin, em ê dîsa şaredariyên xwe bistînin.”