Girtî Çetînbaş: Heke em bibin yek dikarin vê xerabiya birêxistinkirî têk bibin 2024-01-25 11:00:03 ENQERE - Girtî Elîf Çetîn ku di greva birçîbûnê de ye, girtîgehên bi ewlekariya bilind weke “îşkencexaneyên binerd ên serdema navîn” pênase kir û wiha got: “Tenê heke em bibin yek dikarin vê xerabiya birêxistinkirî têk bibin.”    Li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek girtî di 27’ê Mijdara 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakia greva birçîbûnê dabûn destpêkirin û çalakiyê du meh li pey xwe hişt. Yek ji girtiyên nexweş a ketiye greva birçîbûnê jî Elîf Çetînbaş e. Çetînbaş, têkildarî çalakiyê axivî.    ÎŞKENCEXANEYÊN NÛ   Çetînbaş ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, diya kir ku tevahiya girtîgehan di mijara derhiqûqtiyan de bi hev re ketine pêşbirkê û ev derhiqûqtî û binpêkirin di raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û saziyên rêxistinên civaka sivîl de jî cih digirin. Çetînbaş, got ku li girtîgehan sepanên weke “binpêkirina rêgeza wekheviyê” û “binpêkirina mafê jiyanê” di meriyetê de ne û wiha got: “Her roj ji roja beriya wê bêhtir binpêkirin tên kirin. Weke mînak; bi sedan girtiyên ku înfaza wan bi dawî bûyî bi hincetên keyfî nayên berdan. Girtîgehên bi Tîpa S’yê û yên ‘bi ewlekariya bilind’, li gorî modêla girtîgehên binerd ên serdema navîn hatine avakirin. Weke îşkencexaneyên nû tên bikaranîn. Lijneyên Tenduristiyê û Saziyên Tipa Edlî tenê bi peywira ‘îmzekirina biryarên kuştinê’ radibin. Saziyên siyasî ne. Êdî her kes dizane ku li girtîgehan edalet mirî ye. Jixwe dadgeha bilind jî bizmarê dawî li vê darbestê xist.”    ‘POLÎTÎKAYEKE TAYBET’   Di berdewamê de Çetînbaş anî ziman ku beşekê civakê ji derhiqûqtiya heyî bibandor dibin û wiha axivî: “Ev bêhiqûqtiya li girtîgehên Tirkiyeyê di çarçoveya polîtîkayeke taybet de tê kirin. Bi taybet jî li Girtîgeha îmraliyê ku tecrîdeke li cîhanê mînakeke wê tune ye heye! Lewma pêngava di asta kûrewî de bi daxwaza ‘Ji Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk’ hatiye destpêkirin û pirsgirêkên di vê çarçoveyê de diqewimin, tenê beşekî pir biçûk e.”    ‘GELÊ KURD TÊ CEZAKIRIN’   Çetînbaş, daxuyand ku daxwazên kampanyayê girêdayî hev in û ev nirxandin kir: “Ji ber ku di şexsê birêz Abdullah Ocalan de gelê kurd, di şexsê gelê kurd de jî birêz Ocalan tê cezakirin. Heke bê bîra we, dema birêz Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî hatî girtin wiha gotin; ‘bi vî awayî pirsgirêka kurd jî xelas bû.’ Xuyaye ku digotin birêz Ocalan tune kirine û bi vê yekê re pirsgirêka kurd jî xelas kirine. Derhiqûqtiyên tên kirin û tecrîda girankirî ya heyî vê nîşanî me dide. Divê em jî bi vê rastiyê bizanin ku azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd girêdayî hev in û bi awayekî herî baş vebêjin.”    ‘TEKOŞÎNA HERÎ BIBANDOR’   Çetînbaş, axaftina xwe wiha qedand: “Li girtîgehan greva birçîbûnê yek ji rêbazên herî bibandor ên girtiyan e. Dubarebûna dîrokê qedera gelê kurd nîne. Bi hewldanên birêz Ocalan rê li ber vê hatiye girtin. Paradîgmaya birêz Ocalan tenê bi kurdan re bisînor nîne. Rizgariya hemû gelan esas digire û paradîgmaya wekhevîxwaz, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ye. Lewma divê ne tenê kurd, hemû hêzên demokratîk berpirsyartiyên xwe yên demokratîk pêk bînin. Tenê heke em bibin yek dikarin vê xerabiya birêxistinî têk bibin.”